Li Başûrê Kurdistanê di 7 mehan de 18 jin hatin kuştin

Di meha Tebaxê de li Herêma Kurdistanê 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li Başûrê Kurdistanê di 7 mehan de 18 jin hatin kuştin
4 îlon, 2025   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên ku ROJNEWS'ê ji nûçeyên li ser çapemeniyê derketine berhevkiriye, di meha borî de (Tebax) 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

Li gor amarên ROJNEWS'ê, di nava heft mehên despêkê yên îsal de li Herêma Kurdistanê 18 jin hatine qetilkirin û 12 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane, 5 jin jî birîndar bûne.

Her wiha 2 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Li aliyê din jî ji aliyê endamên asayîşa Silêmaniyê ve tûndûtijî li beramberî 4 mamosta û çalakvanên jin hatiye kirin