Nûnerên NY’yê dê beşadarî dan û standinên Rûsya û DYA’yê bibin

Endamê şandeya Rûsyayê, dan û standinên wan ên li gel rayederên DYA’yê wek "zehmet lê bikêr" nirxandin û destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî û welatên din jî dê beşdarî dan û standinan bibin.

Nûnerên NY’yê dê beşadarî dan û standinên Rûsya û DYA’yê bibin
25 adar, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê şandeya Rûsyayê Grigory Karasin îro ji ajansa TASS’ê re ragihand ku dan û standinên di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de zehmet in, lê kêrhatî ne. Her wiha anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên din dê beşdarî gotûbêjên din bibin.

Li gorî TASS’ê, endamê Konseya Yekitiya Rûsyayê Grigory Karasin ku di heman demê de endamê û şandeya dan û standinên Riyadê ye, got: “Her tişt hat nîqaşkirin. Diyalogeke berfireh û zehmet hebû, lê ji bo me û ji bo amerîkiyan gelekî bi fêde bûn. Gelek pirsgirêk hatin nîqaşkirin.”

Karasîn diyar kir ku hevdîtin dê bidomin û Neteweyên Yekbûyî û welatên din jî dê beşdarî hevdîtinê bibin.

Çavkaniyekî rûsî ji Reutersê re ragihand ku reşnivîsa daxuyaniya hevbeş ji bo erêkirinê ji Moskov û Washingtonê re hatiye şandin û got dibe ku her du alî roja sêşemê vê daxuyaniyê bidin.

Rayedarên Rûsya û DYA’yê ji bo nîqaşkirina agirbesteke li Ukraynayê duh li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hevdîtin dabûn destpêkirin. Beriya hevdîtinên bi Rûsan re jî bi rayederên DYA’yê ku wek navbeynkar tev digere, li Cedayê bi rayederên Ukrayanyê re hevdîtin pêk anîbû.

(bb)