Ji bo piştgiriya jinên li perava Sûriyeyê komkirina alîkariyê

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin. Wê heta 29`ê Adarê berdewam e.

Ji bo piştgiriya jinên li perava Sûriyeyê komkirina alîkariyê
25 adar, 2025   12:22
QAMIŞLO

Duh (24`ê Adar) Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya jinên li herêmên perava Sûriyeyê di bin dirûşma "Piştevaniya jinên sûriyeyî bingeha rawestandina komkujiyên li dijî jinên li peravê ye" pêngavek da destpêkirin. 

Di nava pêngavê de xala kampanyaya komkirina alîkariyan ji bo jinên mexdûr ên li perava Sûriyeyê heye, ev xal wê ji hêla Meclisa Jinên Sûriyeyê ve pêk were.

Îro hemû Nivîsgehên Meclisa Jinên Sûriyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê, dest bi komkirina alîkariyê hate kirin.

Derbarê mijarê de Berdevka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Mekiya Hiso diyar kir ku komkirina alîkariyê tenê bi pereyan e, ji ber astengiyên gihandinê dê li bajarê Laziqiyê û Ceblê bi wan pereyan ji aliyê nivîsgehên wan ve pêwîstiyên jiyanî ji bo jinan bên kirîn û belavkirin û got: “Heke alîkarî bi buhayek baş were komkirin, em ê karibin pêwîstiyên zarokan jî belav bikin.”

Mekiya Hiso da zanîn ku ew ê alîkariyê ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, partiyên siyasî û kesayetên ku dixwazin piştgiriyê bidin bigirin.

Li gorî daxuyaniyê ev pêngav heta 29`ê Adar 2025`an dewam dike, lê kampanya alîkariyê wê di 29`ê Adarê de beşek ji alîkariyan bişîne û piştre wê heta çend rojan kampanya berdewam bike.

Nivîsgehên Meclisa Jinên Sûriyeyê li hemû bajarên Sûriyeyê bi awayeke aktîf xebatê didin meşandin, wan li gorî bangewaziya jinan li bajarê Laziqiyê û Ceblê xwestine dest bi vê kampanyayê bikin.

(sb)

ANHA