Rûsya: 3 bajarok hatin kontrolkirin, 155 leşker hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 3 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirine û 150 leşkerên artêşa Ukraynayê hatine kuştin.

Rûsya: 3 bajarok hatin kontrolkirin, 155 leşker hatin kuştin
24 gulan, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên Rûsyayê 3 bajarokên din (2 li Donetskê û yek li herêma Sumy) bi dest xistine. 

Hate diyarkirin ku hejmara bajarokên ku di nava 3 rojan de ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatine kontrokirin, bû 5.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, bajarokên Stobochki û Otradnoye yên Donetskê û bajarê Lukhnya yê li herêma Sumy kontrol kirine.

Di daxuyaniyê wezaretê de diyar kir ku herî kêm 155 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û 4 wesayîtên zirxî, 4 erebe û gelek obîs û depoyeke çekan hatine rûxandin.

)bb)