Meclisa Aborî û Çandiniyê rêbazên pêşvebirina pîşesaziyê nîqaş kirin

Meclisa Aborî û Çandiniyê civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de biryar hate dayîn ku ji bo pêşvebirina sektora pîşesaziyê li herêmê, tedbîr bêne girtin û piştgirî jê re bê kirin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê rêbazên pêşvebirina pîşesaziyê nîqaş kirin
24 gulan, 2025   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser îro civîneke berfireh ji bo mekanîzma û rêbazên piştgiriyê û pêşxistina sektora pîşesaziyê ya herêmê li dar xist.

Di civîna li avahiya meclisê ya li Hesekê de, Desteya Serokatiyê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê û komîteyên pîşesaziyê yên kantonan amade bûn.

Beşdaran di civînê de li ser pirsgirêk û zehmetiyên sereke yên sektora pîşesaziyê û çareseriyên wan û rêbazên pêvebirina sektorê nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de beşdaran plansaziya xebatê ragihand. Li gorî plansaziyê ev kar û xebat dê bên meşandin:

- Yekkirina xercan û hêsankirina kar û barên ruxsetan.

- Amadekirina rêziknameya hundirîn a Komîteya Pîşesaziyê li ser asta herêmî.

- Koordînasyon li gel rayedarên peywendîdar ji bo avakirina bajarên pîşesaziyê.

- Nivîsandina qanûnekê li ser asta herêmî da ku xebata hevbeş di navbera Komîteya Pîşesaziyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komîteyên kantonan de mîsoger bike.

- Hêsankirina berhevkirina serjimariyê û daneyan ji bo avakirina datayeke ji bo sektora pîşesaziyê li ser asta herêmî.

- Divê xebat li ser avakirina mekanîzmayeke yekgirtî ji bo karê ocaxên li kantonan were kirin.

- Belavkirina sotemeniyê ji bo sektora pîşesaziyê.