Bîlançoya êrişa duh a li Pakistanê giran bû

Hate ragihandin ku hejmara kuştiyên êrişên li Pakistanê bû 43.   

Bîlançoya êrişa duh a li Pakistanê giran bû
22 mijdar, 2024   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bakurê rojavayê Pakistanê êriş li dijî 2 otobusên malbatên şîe hatibû kirin. Rayedarên xwecih duh diyar kiribû ku di êrişê de herî kêm 38 kes hatine kuştin û 29 kes jî birîndar bûne.

Berpirsê herêma Kurram a parêzgeha Khyber Pakhtunkhwa a li bakurê rojavayê Pakistanê Cawîdallah Mehsûd îro ragihand ku hejimara kuştiyan gihaştiye 43’yan û 16 kes jî birîndar in. Mehsûd diyar kir ku ji kuştiyan 7 jin û 3 zarok in û da zanîn ku rewşa 11 birîndaran jî giran e.