Rûspiyên Minbicê: Em nahêlin dewleta Tirk beşeke din a Sûriyeyê dagir bike
Rûspiyên êlên kantona Minbicê diyar kir ku ew bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSD`ê re ne û got ew nahêlin dewleta Tirk beşeke din a Sûriyeyê dagir bike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 23`yê meha Cotmehê ve zêde kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember van êrişan, mafê parastina rewa bi kar anî.
Rûspiyên êlên kantona Minbicê ji ajansa me re axivîn û got çi qas êriş hebin jî ew dev ji axa xwe bernadin, dê piştgiriya zarokên xwe yên di nava QSD`ê de bikin. Rûspiyan diyar kir ku armanca êrişan, hedefgirtina projeya biratiya gelan e ku ew hewl didin wê bi pêş bixin.
Rûspiyê êla Benî Seîd şêx Fehid El Şilaş got: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berdewam in. Armanca wê diyar e, ji destpêka aloziyê ve hewl dide dagirkirina xwe li Sûriyeyê firehtir bike."
El Şilaş wiha domand: "Dewleta Tirk binesaziya herêmê û navendên stratejîk bombebaran kirin. Armanca wê, têkbirina ewlehiya herêmê, derxistina fitneyê di navbera Rêveberiyê û gel de ye. Lê gelê herêmê êdî van planan baş nas dikin."
El Şilaş bal kişand ser bêdengiya Amerîka û Rûsyayê û got: "Ji ber bêdengiya wan sivîl tên kuştin. Lê gelên herêmê dev ji projeya Rêveberiya Xweser û QSD`ê bernade."
Rûspiyê El Bobena şêx Hisên El Maşî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku ew amade ne projeya Rêveberiya Xweser û axa Sûriyeyê biparêzin.
Rûspiyê êla El Ewn şêx Mihemed El Casim jî got êrişên dewleta Tirk vîn û biryardariya gelê herêmê naşikînin.
El Casim ev li gotinên xwe zêde kir: "Helwesta me diyar e. Em nahêlin dewleta Tirk beşeke din a Sûriyeyê dagir bike."
Her wiha El Casim êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û destnîşan kir ku parastina Sûriyeyê erka her kesî ye.
El Casim di dawiyê de anî ziman ku êlên kantonê amade ne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û bi QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê re ne.
(şx/k)
ANHA