Emîne Wêso: Êrişên dewleta Tirk projeyên şaredariyan asteng dikin

Emîne Wêso têkildarî projeyên şaredariyan ên îsal got wan proje heta gaveke mezin pêk anîne, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hin projeyên wan hatine rawestandin.

Emîne Wêso: Êrişên dewleta Tirk projeyên şaredariyan asteng dikin
6 mijdar 2024   04:40
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXOSARIYA ŞÊXO

Der barê projeyên îsal ên şaredariyên kantona Firatê de, cîgira hevserokên Desteya Herêmî ya Kantona Firatê Emîne Wêso ji ANHA’yê re axivî.

Emîne Wêso got: “Îsal ji 15 şaredariyên me 13 şaredariyan projeyên xwe yên qîrkirinê pêk anîn û ji 66 kîlometreyên îsal li pêşiya me bûn, heta niha me 52 kîlometre pêk anîne. Projeyên qîrkirina rêyan di meha 5`an dest pê dikin û heta meha 12’an dewam dikin.”

Emîneyê diyar ku Şaredariya Kobanê û şaredariyên gundên girêdayî wê derdora 11 kîlometreyan rê qîr kirin.

Emîne Wêso diyar kir ku li Şêranê zêdetirî 13 kîlometre û li Eyn Îsayê jî derdora 16 kîlometre rê hatine qîrkirin.

Li bajarê Qinê û bajarokê Pêndir jî gelek rê hatin qîrkirin. Niha jî li Sirîn û Qadiriyê rê tên qîrkirin.

Emîne Wêso li ser projeyên ava vexwarinê jî wiha got: “Gelek projeyên ava vexwarinê ya li gund û bajaran di destpêka salê de hatibûn diyarkirin, pêk hatin. Hin ji wan jî niha pêk tên û dê di demeke nêz de bên amadekirin.”

Her wiha Emîneyê têkildarî proje û cihê wan got: “Projeya yekemîn avakirina xeteke sereke ya li bajarê pîşesaziyê yê li gundê Gulmit ê Kobanê. Projeya din jî ya herî girîng a ku ji 2023`yan hatibû destpêkirin, ew jî di gava xwe ya duyemîn de ye. Ew jî depoya avê ku dê avê bide 20 gundan, xeta elektrîkê niha ji bo wê tê rêkirin û da ku bê xebitandin. Di heman wextê de jî projeya Cib El Ferec jî ku dê avê bide 5 gundan, ji bo wê jî niha depo tê amadekirin.”

Li bajarê Eyn Îsa jî projeyên avê hene û gelek proje jî wê bên nûkirin, dê ji gundê Cirin û Hîşê re jî proje bên amadekirin. Ji gundê Fatsê yê girêdayî Eyn Îsa re jî dê xeta avê bê amadekirin.

Emîne Wêso diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên sotemeniyê, pirsgirêka mazotê çêbûye, lê wan dest bi projeya enerjiya rojê kiriye.

Emîneyê anî ziman ku ji bo 2025`an jî proje hatine rakirin û niha li benda bersivê mane.

Emîne Wêso di dawiyê de got: “Em gelek caran di nava gelek pirsgirêkan de dijîn, ji ber êrişa dewleta Tirk a li ser cihên xizmeta gel, her wiha êrişa li ser cihên sotemeniyê, cihên ji bo xizmeta gel wek enerjiyê yan jî kehrebeyê, ew jî bandoreke xwe yê gelekî mezin li me jî dike. Lê em jî wek Desteya Herêmî ya Kantona Firatê bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku ji bo dewleta Tirk a dagirker helwestê bigirin û li dijî wan kiryarên wan bibin mertal.”

ANHA