Rûspiyên Mensûra serdana bendên Ewlekariya Hundirîn kir

Rûspî, oldar û endamên saziyên bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê serdana hejmarek bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir, kedên wan ên pêkanîna ewlehî û aramiyê silav kirin.

8 kanûn, 2025   17:25
TEBQA

Rûspî, oldar û endamên saziyên bajarê Mensûra yê katnona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û silavkirina kedên wan ên pêkanîna ewlehî û îstîqrarê, parastina gel û milkên wan serdana bendên kontrolê kir.

Di vê destpêşxeriyê de endamên Kongreya Îslama Demokratîk a Tebqa, Hevgirtina Al El Beyt, Meclisa Sivîl a Mesnûra, Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspiyên eşîran amade bûn. Oldar û endamên saziyan serdana hejmarek nuqte û bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Ev gav hevgirtina tevahî beşên civakê û hêzên ewlehiyê nîşan dide.

Di serdanê de beşdaran piştgiriya manewî da endamên hêzan, rola wan a parastina sivîlan û parastina mal û milkên wan silav kir.

Serokê Hevgirtina Al El Beyt a kantona Tebqayê Endan Ilêwî axivî û diyar kir ku "Hêzên me bi şev û roj ewlehî û aramiya herêmê diparêzin. Ev karekî lehengane û bi rûmet e. Li ser bingeha erkên û berpirsiyariya me li hemberî hêzên me, me ev destpêşxerî da destpêkirin. em hêzên xwe bi hev re vî welatî û gelî diparêzin."

Endamê rêveber ê Têkiliyên Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed El Rawî bi navê hevgirtinê û kesên beşdarî spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser ked û fedakariyên wan kir.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Mensûra Fatme El Omer spasiya kesên ev destpêşxerî li dar xistiye kir û da zanîn ku ev yek hêzekê dide endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku bi erkên xwe yên niştîmanî û exlaqî girêdayî bimînin.

(fr)

ANHA