Rûdanên di siyaseta li Sûriyeyê de û rewşa Lubnanê di rojnameyên erebî de

Rojnameyên erebî li ser pêşketinên li Sûriyeyê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina Heyet Tehrîr El Şam a ser desthilatê, dan û standinên nerasterast ên di navbera Îsraîl û Lubnanê de û her wiha bandorên guherîna avhewayê yên li ser herêmê nivîsîn.

Rûdanên di siyaseta li Sûriyeyê de û rewşa Lubnanê di rojnameyên erebî de
5 kanûn, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Nahar li ser rojeva Sûriyeyê wiha nivîsî: "Sûriye dikeve qonaxeke nû ku hewl dide ji nû ve dewletê ava bike û têkiliyên wê yên navneteweyî vegerîne. Lê gelek astengî hene, bi taybet wek ewlehiya navxweyî, hebûna şervanên biyanî di yekîneyên hesas de û hewcedariya lezgîn ên ji nû ve avakirina aborî û civakî. Jixwe li piraniya deverên welêt tundiya çekdarî berdewam e û aramî kêm e.”

Rojnameyê her wiha li ser berfirehbûna bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîmê, nivîsî. Rojnameyê besa bandora Tirkiyeyê ya leşkerî, siyasî, demografîk û aborî kir.

Li aliyekî din rojnameyên lubnanî li ser mijarên navxweyî yên têkildarî nîqaşa çekan, dan û standinên nerasterast ên bi Îsraîlê re û rewşa ewlehiyê ya nearam nivîsîn.

Rojnameya El Enbaa gotarek weşand ku tê de îhtîmala destpêkirina dan û standinên nerasterast ên bi Îsraîlê re li ser mekanîzmaya agirbestê nirxand. Rojnameyê diyar kir ku her rêkeftinek aborî yan siyasî divê di çarçoveya "tenê agirbestê" de bimîne.

Çend rojnameyan bi berfirehî li ser bandorên guherîna avhewayê yên li ser Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê nivîsîn. Li gorî rojnameyan raporên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku germahî li herêmê bi rêjeyeke ji herêmên din ên cîhanî zêdetir bilind dibe.