Rola Erdogan di şerê Xezayê de û Lubnan rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser rola Tirkiyeyê di şerê li Xezayê de, aloziya Hizbullah-Îsraîlê û ihtîmala belavbûna şer li Lubnanê.

Rola Erdogan di şerê Xezayê de û Lubnan rojevên rojnameyên erebî ne
14 mijdar, 2023   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî helwesta dewleta Tirk li hember şerê Xezayê nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de hate diyarkirin ku hemwextî şerê Îsraîl û Tevgera Hemasê, televîzyona tirkî dest bi pêşandana rêzefîlmê "Fatih El Quds Selahedîn El Eyûbî′′ kir. Ev yek wekî peyameke siyasî ya ku “beşdarbûna serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ya şerê li Xezayê” îfade dike, hat nirxandin.

Li gorî rojnameyê, nivîskarên senaroyaya fîlmê girîngiyê didin kesayeta Selahedîn wekî fermandarekî îslamî bêyî ku eslê wî yê Kurd nîşan bidin, bi vê yekê dixwazin rola Tirkiyeyê di hemleya Selaheddîn a fetihkirina Qudsê de nîşan bidin û balê bikişînin ku piraniya leşkerên wî mîr û leşkerên Tirkan bûn.

LUBNAN BER BI ŞER VE DIÇE

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî rewşa Lubnanê nûçeyek weşand. Li gorî rojnameyê, çavkaniyên siyasî aşkare kirin ku fermandarên artêşa Îsraîlê agahî dane serokwezîr Benjamin Netanyahu ku lêdana derbeyeke giran li Hizbullahê bi taybet piştî rageşiya van du rojên dawîn, tiştekî bivênevê ye û gotin ku ev derba divê giran û li nîvê Dahiya Beyrûtê be.

Rojnameya El Cumhûriye ya Lubnanê jî têkildarî heman mijarê li ser zimanê çavkaniyên dîplomatîk ên navneteweyî ev tişt nivîsandin: “Rewşa Lubnanê cihê fikaran e, me fikarên xwe bi aliyên têkildar ên Lubnanê re parve kirin, da ku tedîbîrên pêwîst bêne girtin û rê li encamên talûke bê girtin. Lê mixabin ruxmî aliyên şer li gorî biryara /1701/ tevnagerin.”

Li gorî rojnameyê, dibe ku Îsraîl li ser sînorên Lubnanê bikeve nava şerekî çekdarî, derbeyên giran li sazî û dezgehên mayî bixe û bi vê yekê welat (Lubnan) bi temamî hilweşe û nikaribe heta piştî salên dirêj jî li ser lingên xwe bisekine. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin ku armanc ji vê gavê tengavkirina “Hizbullahê” bi rêya pirsgirkên hundirîn ên siyasî, aborî û civakî ku di encama van derbeyan de derkevin, ku Hizbullah jî di nav de her kesê li Lubnanê ji vê yekê ditirse.

(bb/c)