‘Jin bi têkoşîna xwe dikare veguhere şoreşê'

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê bi Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) re hevpeyvînek çêkir.

‘Jin bi têkoşîna xwe dikare veguhere şoreşê'
14 mijdar 2023   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevgear Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bi Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) re hevpeyvînek kir. 

Hevpeyvîn bi vî rengî ye:

*Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê hûn polîtîkayên tundiyê yên AKP-MHP'ê çawa dinirxînin ku weke hikumeta şer a topyekûn xwe bi rêxistin kiriye?

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, di şexsê xwişkên Mîrabel de ku sala 1960'î li Komara Domînîk ji ber ku serî li ber rejîma dîktator netewandin û piştî destavêtinê hatin qetilkirin, hemû jinên ku li tevahiya cîhanê li her qada jiyanê li çiyê, li kolnanan, li zindanan li ber xwe didin, silav dikin.

Ji bo tundiya li jinê were dîtin, mîna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ev roj jî vediguhere kevneşopiyeke girîng a têkoşîna jinê. Dema ku mirov li destketiyên vê yekê dinihêrin, dibînin ku her sal têkoşîna jinê hîn bêhtir bi pêş ve dibe û wê bi pêş ve bibe. Li gerdûnê her bûyer, her tecrûbe bandorê li hev dike, lewma çîroka kevneşopiya me ya têkoşînê ji Roza Luksembûrg heta Sakîne Cansizan, ji Xwişkên Mîrabel heta Jîna Emînî, li çiyayên Kurdistanê bi çeka gerîlayên me yên YJA Starê, li metropolan, li kolanan bi qîrîna jinên berxwedêr, bi hêviya jinên şoreşger ên li zindanan li ber xwe didin tê nivîsandin. Ev têkoşîna ku her gel, her dînamîka têkoşînê bi pênûsa xwe dinivîsîne weke nivîskarên kolektîf û bênav dîroka jinê diafirîne. Weke PAJK'ê di vê têkoşîna xwe de ku bi xwîna şehîdên leheng hate afirandin û rêya têkoşîn û berxwedanê nîşanî me dide, heta ku jineke bi tenê kole û bindest bimîne em ê xwe azad nebînin. Teqez heta azadiyê em ê vê çîrokê binivîsînin.

Beriya her tiştî rêxistina mafya ya AKP-MHP'ê ji bikaranîna tundiyê weke polîtîkayekê wêdetir, tundî di cewhera wan a îdeolojîk de heye. MHP weke rêxistineke Gladîo li dijî tevgerên çep şoreşger ên li Tirkiyeyê weke rêxistineke NATO-Gladîo ava bû. Di heman demê de tişta ku tê xwestin bi AKP'ê re bê kirin ew e ku valahiya piştî hilweşîna reel sosyalîzmê rû da, bi navê Îslam a siyasî bihatibûya dagirtin. Lewma armanca damezrandinê ya herduyan tepisandina tevgerên civakî bi rêya tundî û komployê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin; AKP-MHP ji partiyeke siyasî wêdetir rêxistiniyeke tundiyê ye. Ji bo faşîzma AKP-MHP'ê ku dewlet bi temamî bi dest xistiye, armanca bingehîn afirandina civakeke homojen e ku karibe timî xwe jê xwedî bike û desthilatdariya xwe dewam bike. Di vê armancê de wê bi ser bikevin an na, ev yek bi serkretina destwerdana dîrokî ya tundiya şoreşgerî ve girêdayî ye. Dewlet rêxistinyeke tundiyê ye, lewma nêrîna ku dikare dewletê di nava sînorê qanûnên xwe de, bi legalîzm an jî hilbijartinê dikare bê têkbirin, korbûyîneke polîtîk e. Bi dîtina me divê pêvajoya ku Rêberê me weke dînamîka darbeyê pênase dike, baş bê nirxandin. Em dibînin ku dînamîka darbeyê ku tundiya herî şênber e li gorî salek berê çawa zêde bûye. Pêvajoya ku bi êrîşên li ser Rêbertî û gerîla destpê kir, li dijî têkoşîna legal a Kurdan, şaredarî, siyasetmedar, piştre jî li hemberî demokratên şoreşger, tevgerên jinan, akademîsyenan belav bûye. Her êrîşeke ku îtiraz û nerazîbûna me li hemberî wê lawaz be, wê bibe sedema rûdana êrîşên hîn mezintir. Mîna ku di helbesta navdar a Brecht de hate gotin, 'Destpêkê komunîst birin, min dengê xwe nekir. Piştre Yahûdî birin min dengê xwe nekir. Piştre çîngene birin, min dengê xwe nekir. Dema ku dor hate min, kes nemabû ku dengê xwe bike'. Lewma faşîzm ti carî yekser êrîşî temamiya civakê nake. Parçe bi parçe, li gorî nerazîbûnan êrîş dike.

JI BO TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ DIVÊ ZORA ŞOREŞGERÎ BÊ BIRÊXISTINKIRIN Û TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN

Di vir de gelekî girîng e ku ji civakê re bibe hêvî û li dora dînamîkên şoreşgerî xwe bi rêxistin bike. Em xwedî wan derfetan e ku xwe bi rêxistin bikin, mezin bikin û vê yekê veguherînin şoreşeke radîkal. Ji bo pêkanîna sosyalîzmê ku mirovahiyê di oxira wê de berdêlên giran daye, hîn jî dide, ji her demê bêhtir derfet hene.

Ji bo têkbirina faşîzmê şert e ku tundiya şoreşgerî, birêxistikirina zorê û têkoşîna li ser vê bingehê bê meşandin. Ji bo KBDH rola xwe ya dîrokî bi cih bîne, dem ev dem e. Lewma divê KBDH ji her demê bêhtir xwe bi rêxistin bike. Ji çalakiyên çekdarî heta bi çalakiyên kolanan divê çalakiyên dewlemend di vê demê de bêne birêxistinkirin.

*Li dijî terora mêr-dewletê ji bo tevgerên jinan berxwedan û piştevaniyeke bi çi rengî hate birêxistinkirin?

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li cîhanê her saetê 5 jin ji aliyê xizmên xwe ve têne kuştin. Yanî rojê 120 jin, mehê 3600 jin û salê jî 43.000 jin ji aliyê mêr, hevjîn, hezkirî, bavê xwe ve têne kuştin. Bêguman gelek cûreyên tundiyê hene. Dema ku mirov kuştina jinan a ji ber tundiya aborî, siyasî, xizanî, girtin, binçavkirin, êşkence, şer, komkujiya sivîlan, kuştinên polîtîk ên li protestoyên civakî lê zêde dikin ku kiryarên bingehîn ên van hemûyan jî dewlet a mêtinger faşîst e, rewş hîn bêhtir metirsîdar dibe. Ji ber vê yekê me komkujiya jinê weke 'qirkirina jinê' pênase kirin. Lewma pêwîstiya me bi berxwedan û piştevaniyheke çawa heye, bi çi rengî pêşî li komkujiya jinan dikare bê girtin, bersiva van pirsan girîng e.

Tevgerên jinê ku di serdema me de bi pêş ketine û gihîştine dînamîzmeke girîng, îsal jî têkoşîneke girîng meşandin. Têkoşîna me ya jinê ku her sal dibe xwedî tecrûbeyên cuda, daxwazên ji salek berê bêhtir, lêgerîn û rêbazên nû da pêş. Eger mirov van bi bîr bixînin, bi vî rengî ne:

1- Di daxwaza mafê wekhev de di lêgerînên nava sîstemê de guherîn pêk hat. Girîng bû ku hate dîtin; mafên li nava sîstemê hatine bidestxistin nikarin bêne parastin; bi qasî bidestxistin maf, her wiha mayindekirina wan jî pirsgirêka bingehîn e. Weke PAJK'ê bi salan em diyar dikin ku têkoşîn û keda ji bo lêgerîna li maf a li nava sîstemê xapandineke, divê jin berê xwe bidin lêgerîneke li derveyî sîstemê. Di serî de li Tirkiyeyê li gelek dewletên Rojhilata Navîn maf ji dest çûn, ji dest diçin. Sîstema dewletê ya mêr destketiyên me yên ku bi têkoşîna bi salan hatine bidestxistin di şevekê de dikare desteser bike. Peymana Stenbolê jî yek ji wan bû.

TÊKOŞÎNA JINÊ DIVÊ JI TÊKOŞÎNA MAF BIBE XWEDÎ PERSPEKTÎFA ŞOREŞÊ

2- Dewlet ku organîzasyona siyasî a kujerên jinê ye, eşkere bû ku nikare jinê biparêze. Dema ku mirov bala xwe bide ser kuştina jinan ên di dema bicihanîna peymanê de jî wê were dîtin ku tespîta me çiqasî di cih de ye. Yanî me bi tecrûbeyê fêhm kir ku daxwaza wekheviya jiyaneke şaş a ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatiye diyarkirin me nagihîne jiyaneke rast. Ji ber vê yekê jî wezîfeyeke me ya lezgîn e ku em têkoşîna jinê ya azad ji têkoşîna ji bo maf wêdetir bikin xwedî perspektîfeke şoreşê. Ya ku dîrok û dem ji me dixwaze ev e. Bi taybetî yek ji dirûşmên ku di çalakiyên bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' de bilind bû, daxwazek ji bo şoreşê bû. Serdemeke girîng a dîrokê ye ku daxwaza wekheviyê veguhere daxwaza şoreşa jinê.

3- Nuqteyeke din a girîng jî ew e ku jin ne tenê ji bo xwe dixwazin, her wiha bi daxwazên civakî jî li pêş in. Di gelek çalakiyên li deverên cuda yên cîhanê de jin bi pêşengiyê radibin û dibin aktorê bingehîn. Ev nuqteya dîrokî girîng e ku têkoşîna jinê û têkoşîna civakî digihêjin hev.

4- Li gel berxwedanê her wiha tevna piştevanî û rêxistiniyê ya jinê jî dewlemend bû, gelekî cuda bûn. Eşkere bû ku rêxistinên jinan, înîsiyatîf û tevnên piştevaniyê yên beriya niha li dijî edesthilatdariya mêr-dewletê weke nerazîbûna civakî digihiştin hev, êdî têrê nake. Lewma rizgariya jinê, rizgariya civakê bi rêxistiniyên nû yên daîmî heye ku lêgerîneke bi vî rengî girîng bû. Weke encameke vê lêgerînê armanca Konfederalîzma Jinê ya Cîhanê ku ji aliyê KJK'ê ve hate destnîşankirin karekî girîng bû ku di dema rast de hate kirin. Asteke girîng bû ku tecrûbe hate parvekirin û parvekirin hate birêxistinkirin. Sekna li dijî kapîtalîzmê pîvana yekbûnê ya vê rêxistiniyê ye. Modernîteya kapîtalîst hewl dide ku têkoşîna jinê bişikîne, bikişîne ser xeta lîberal û civaka sivîl û bêbandor bike. Li hemberî vê yekê konfederalîzma demokratîk a ku rêxistiniyên îdeolojîk ên şoreşger bi rastiya xwe di nava xwe de birêxistin dike, ji bo jinan modeleke rêxistiniyê ya herî pêwîstî ye. Di nava vê rêxistiniyê de partiyek an jî înîsiyatîfek weke tevneke piştevanî û kolektîf bi parastina armanca damezrandina xwe, bi dilsoziya bi pîvanên xwe dikare cihê xwe bigire. Di vê pêvajoya xetere de yekane rêya serketinê yekbûn û daîmîkirina rêxistiniya me ye. Weke ku pîvana fîzîkê jî ispat kiriye, hêza dilopê ji daîmîbûna wê ye. Hêza me jî rêxistiniya me ya yekbûyî ya daîmî ye. Divê em karibin xwe bigihînin derdora herî berfireh û di rêbaza dewlemend de encamên mayinde bi dest bixin, bi vê armancê çalakiyan bikin. Weke PAJK'ê bersiva me ya li vê pêwîstiyê jî 'Konfederalîzma Jinê ya Cîhanê' ye.

ŞOREŞA GERDÛNÎ YA BI PÊŞENGIYA JINÊ DIKARE PÊK WERE

*Di dema bê de weke pêkhateya KBHD-PAJK'ê ji bo bilindkirina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî armanca we çi ye? Banga we ji bo tevgerên jinan çi ye?

Sîstem di nava krîzeke bingehînî de ye. Ev pêvajo dişibe destpêka sedsala 20'an. Ne şaş e ku mirov weke şerê parvekirinê yê emperyalîst ê 3'yemîn pênase bikin. Lewma firsend heye ku di vî şerî de têkoşîna maf a jinan, bindestan û gelan veguhere şoreşeke civakî. Lewma weke hêzên şoreşger pozîsyona me ne ew e ku di nava hêzên şer dikin de tercîhekê bikin, pozîsyona me wê diyarkirina rêya xwe be. Stratejiya rêya 3'yemîn bersiva me ya rast e. Bala xwe bidin ser, beriya Şerê Cîhanê yê 1'emîn helwesta Enternasyonal a 2'yemîn bi bandora Partiya Demokrasiyê ya Civakî ya Elman biryara cihgirtina li gel dewletên xwe yên netewe bû. Di rewşeke bi vî rengî de Spartakîstan û Bolşevîkan bêyî ku xwe bidin aliyekî, rêya xwe ya têkoşînê diyar kirin. Stratejiya ku di şerê emperyalîstan de diyar kir bi şoreşa Cotmehê bi encam bû. Ev mînak bi dersan dagirtî ye ku stratejiyên di dema rast û cihê rast de tê diyarkirin firsendan diafirîne. Eger em naxwazin tevlî polîtîkayên dewletên netewe yên serwer bibin û bi ser bikevin, hingî weke KBDH divê em rêya xwe diyar bikin, rêyeke nû destnîşan bikin.

Li hemberî komkujiyên jinan ne tenê birêxistinkirina nerazîbûnan, di heman demê de nîşandana helwestên radîkal û bi hişmendiya xweparastinê birêxistinkirina vê têgihiştinê girîng e. Milîsên me yên çekdar ên jinê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwe bi rengekî îllegal bi rêxistin kirine, dikarin mêrên ku jinan qetil dikin ceza bikin, ku ew mêr weke hêza dewletê êrîşî jinan dikin.

Ji aliyê stratejîk ve weke rêxistinê ya ku me destnîşan kiriye xeta rêya 3'yemîn e. Destketiyên vê xetê ji aliyê gelê Kurd ve şoreşa Rojava ye ku bi pêşengiya jinê pêk hat. Lewma em dibêjin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Weke KBDH bi dersên ji şoreşên derbasbûyî wergirtî divê em derfetên şoreşa Rojava bi kar bînin û rêxistiniya xwe xurt bikin.

Ji her demê bêhtir derfet hene ku em bi jinên ji gelên cuda re bibin yek, bibin alternatîf û şoreşa gerdûnî ya civakî ya bi pêşengiya jinê pêk bînin. Di demekê de ku sîstem di nava krîzê de ye, demokrasiya sexte ya bûrjûva têk çûye, li her devera cîhanê jin li hemberî komkujiya jinê serî hildidin û gel li pey hêviyeke nû ne, KBDH ji her demê bêhtir dikare bi rola xwe ya pêşengiyê rabe, bibe hêzeke gerdûnî ya civakî.