Rojnewsê bang li saziyên ragihandinê kir

Ajansa Rojnewsê xwest ku di zûtirîn demê de rewşa edîtorê wan Silêman Ehmed bê eşkerekirin û bang li saziyên ragihandinê û konsolosxaneyên welatên biyanî kir ku helwest nîşan bidin.

Rojnewsê bang li saziyên ragihandinê kir
31 cotmeh, 2023   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê derbarê revandina edîtorê xwe yê beşa Erebî Silêman Ehmed ku ev 7 roj e ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye girtin de daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên ragihandinê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku der barê mijarê de xwedî helwest bin.

Daxuyaniya Rojnewsê wiha ye:

“Ji bo raya giştî

– Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistan û Iraqê

– Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) û tevayî rêxistinên navxweyî û navdewletî yên ji bo azadiya rojnamegerî û mafên mirov,

– Tevayî nûnertî û konsolosxaneyên welatan ên li Herêma Kurdistanê,

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa me (Rojnews), Silêman Ehmed ev hefteyek e ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatiye revandin û heta niha jî winda ye. Şeva bihurî asayîşa Duhokê li xwe mikur hat ku wan Ehmed revandine. Silêman Ehmed welatiyê Rojavayê Kurdistanê ye û bi qasê 5 salin li Başûrê Kurdistanê dimîne û li ajansa me kar dike. Roja 1’ê Cotmehê ji bo ku tevlî merasîma şînê ya bavê xwe bibe û serdana malbata xwe bike, bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû. Piştre di dema vegera xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê, li Deriyê Fîşxabûr (Pêşxabûr) bêyî ti sedemeke yasayî ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat revandin û ti daxuyaniyek nedan. Ji wê demê ve heta niha têkiliya me bi wî û malbata wî re qut e.

Silêman Ehmed rojnamevaneke jêhatî ye û di wan pênc salan de bêyî ku bisekine kar kiriye û di heman demê de endamê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Hefteyek piştî wendabûna wî, şeva bihurî Asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê bi daxuyaniyeke berovajîker û nerast ragihand ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed 'Ti peywendiya wî bi rojnamevaniyê re nîne' û bi eşkere gefa cezakirinê li wî xwar; her wiha li xwe mikur hat ku wan ew revandine.

Em weke Ajansa Rojnewsê, gotinên nerast ên hêzên asayîşa Duhokê red û şermezar dikin, em vê yekê weke hewldaneke tirsonek li dijî dengê azad ê rojnamevan Silêman Ehmed dibînin.

Em vê kiryarê şermezar dikin û daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de çarenûsa Silêman Ehmed were eşkerekirin û azadkirin; ji ewlehiya wî asayîşa PDKê berpirsiyar e."