Rojnameyên erebî: Tirkiye xwe ji bo Iraqê amade dike

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de cih da tevgerên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraqê, şerê Hemas û Îsraîlê, her wiha aloziya li Deryaya Sor.

Rojnameyên erebî: Tirkiye xwe ji bo Iraqê amade dike
14 adar, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb li ser serdana îro ya ji aliyê şandeya dewleta Tirk a dagirker ve ya li Iraqê, nûçeyek bi sernavê "Tirkiye bi rêya Îranê û nebûna Amerîkayê xwe ji bo Iraqê amade dike" weşand. 

Di nûçeyê de hate gotin: "Ji ber axaftinên têkildarî vekişandineke muhtemel a DYA’yê ya ji Iraqê têne kirin, Enqere ji senaryoya Iraq bi temamî di bin bandora Îranê de be, ditirse.”

Li gorî rojnameya El Ereb; alîgirên Îranê yên li Iraqê şerê li Xezayê wekî hincet ji bo derbeya xwe ya tam a li dijî amerîkiyan bi kar tîne.

Di berdewama nûçeyê de hate gotin: "Çav li rê ye ku nîşaneyên nexşerêyê di nîqaşên rayedarên her du dewletan de werin zelalkirin; da ku wekî kaxezekê were amadekirin û di dawiya Nîsanê de di serdana serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Bexdayê de were îmzekirin."

Rojnameyê di heman nûçeyê de cih da daxuyaniyên Erdogan ku hefteya borî dabûn û hate gotin: "Erdogan hefteya borî gotibû ew dixwaze ewlehiya sînorê Tirkiye-Iraqê bi temamî biparêze. Her wiha destnîşan kiribû ku îhtîmal heye Erdogan di havînê de êrişên xwe li ser herêmê zêde bike ku hebûna PKK’ê wek hincet ji bo destwerdana xwe ya li Iraqê nîşan dide.”

‘PEYAMA NETANYAHU JI KOŞKA SPÎ RE; PAŞDE NEÇIN... REFAH LI BER DEST E’

Şerê Îsraîl û Hemasê yek ji rojevên rojnameya El Quds El Erebî ye. Di nûçeya rojnameyê de ku agahiyên wê ji çavkaniyekî siyasî wergirtine hate gotin: “Lihevhatinek di navbera rayedarên siyasî û yên artêşa Îsraîlê de heye ku bêyî dagirkirina bajarê Refahê ne mimkun e armancên şer pêk werin. Li gorî heman çavkaniyan, çend xalên ku nehatine aşkerakirin, destpêkirina pêvajoyê bi paş dixe. Lê tê texmînkirin ku heke lihevkirinek li ser revandiyan bi Hemasê re çênebe, dê di nava çend hefteyan de operasyonên bejahî li bajar pêk werin."

‘ALOZIYA LI DERYAYA SOR Û JI BO YEMENÊ NEXŞEYA AŞTIYÊ; DU RÊYÊN NAGIHÊJIN HEV’

Der barê aloziya li Yemenê de rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku êrişên li Deryaya Sor ên li ser keştiyan, bandorê li aloziya Yemenê dikin ku piştî 9 salên şer nêzî çareseriyê bûbû.

Di nûçeyê de hate diyarkirin: "Li gorî şopîneran; Hûsî ji bo şerê ku dimeşînin, xwedî stratejiyeke taybet. Stratejiya wan Îran tenê ye."

(bb)