Rojnameyên erebî: Tirkiye û Qeter li pişt êrişên li ser Helebê ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku Tirkiye û Qeter li pişt êrişên li ser Helebê û herêmên din ên Sûriyeyê ne. Rojnameyan diyar kirin ku armanca Qeter û Tirkiye ji vê yekê ew e plana Îmaratî-Amerîkî ya ji bo finansekirina Şamê rawestînin. Her wiha hate gotin, Rûsya, Tirkiye û Îran xwe ji bo gera nû ya civînên Astanayê amade dikin.

Rojnameyên erebî: Tirkiye û Qeter li pişt êrişên li ser Helebê ne
3 kanûn, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de, bal kişandin ser pêşeroja êrişa li ser Helebê, liv û tevgerên li Derayê û amadekariyên lidarxistina gera nû ya civînên Astanayê.

ˈTIRKIYE Û QETER LI PIŞT ÊRIŞA LI SER HELEBÊ NEˈ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku êrişa li ser Helebê bi piştgiriya Tirkiyê û Qeterê pêk hatiye û vê êrişê însiyatîfa  Îmaratî-Amerîkî ya ji bo piştgiriya serokê Sûriyeyê Beşar Esed,  pûç kir.

Li gorî rojnameyê "Çend roj piştî êrişê, derdorên siyasî diyar kirin ku Qeter û Tirkiyê li pişt êrişê ne, hin armancên wê eşkere bûn, yek ji wan rêgirtina li hewildana Îmaratî-Amerîkî ku ji bo piştgiriya Esed bû di asta herêmê û navdewletî de û dûrxistina wî ji Îran û Hizbullah, û vegerandina Sûriyeyê nav qada Ereban."

ˈLIV Û TEVGER GIHIŞT DERAAYÊ Û KOMÊN ÎRANÎ LI ŞAMÊ SEFERBER NEBÛNˈ

Rojnameya Şerq El Ewset behsa liv û tevgerê li Deraa ya li başûrê Sûriyê yên li dijî xalên kontrolê û baregehên hêzên hikûmeta Şamê kir. Hate gotin "Li ser hesabên (X), (Telegram) , û yên din daxuyaniyek belav bû. Di daxuyaniyan de avakirina hêzeke nû bi navê (Odeya Operasyonên Başûrê Sûryeyê) hatiye ragihandin û ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî bangewaziya seferberiya hemû (şoreşgeran li Horanê) hatiye kirin."

Di dewama nivîsê de hate gotin "Tevî ku ev tişt bû sedema liv û  tevgera hêzên hikûmeta Şamê jî, lê çekdarên komên îranî û çekdarên Hizbullah a Lubnanî yên li Şamê û derdora wê (serferber nebûn!). Dibe ku ew di wê baweriyê de ne ku bûyerên li bakur bandorê li aramîya Şamê nakin. "

GERA NÛ YA ASTANAYÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser xebatên dîplomatîk ên Tirkiye, Rûsya û Îranê û destnîşan kir ku îhtîmal e ev welat di çarçoveya Astanayê de di 6 û 7ê Kanûnê de li Dohayê gereke nû li dar bixin. Li gorî rojnameyê,  tevî hetibû plankirin ev ger demeke din bê lidarxistin, lê piştî bûyerên vê dawiyê yên Helebê xuyaye ku pir pêwîst ev civîn di vê mehê de bê lidarxistin.

(k)