Bi sedan koçber gihiştin Reqayê

Bi sedan malbatên koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê gihaştin Reqayê.

Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
Bi sedan koçber gihiştin Reqayê
3 kanûn, 2024   10:47
REQA

Vê sibehê bi sedan malbatên koçberên ji bajarê Heleb û kantona Efrîn- Şehbayê gihaştin kantona Reqayê.

Koçber li navendên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, hatine bicihkirin.

Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê duh (2 kanûn) ragihand ku ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê cih amade kirin.

Di çarçoveya amadekariyan de  10 dibistan hatin hazkirin û li Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê çadir hatine danîn. Li van cihan pêwîstiyên germkirin, xwarin û vexwarin û tenduristî hatine bicihkirin.

Cîgirê hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedaran a Kantona Reqayê Minewer El Macid diyar kir ku Maseya Krîzê tevahî pêwîstiyên şêniyên ji Heleb û Şehbayê tên bi cih tîne û tevahî sazî jî di seferberiyê de ne.

Minewer El Macid ji ajansa me re got" Li Reqayê 10 çadirên mezin, tevî holekê û 10 dibistan bi xwarin, vexwarin û cih hatine amadekirin."

Şêniyên kantona Reqayê jî jî alîkariya koçberan dike.

Minewer El Macid têkildarî alîkariyên ku şênî pêşkêş dikin jî got "Ev ne cara yekemîn e ku xelkê Reqayê alîkariyê didin. Beriya niha alîkarî da çi kesên ku hatine Reqayê."

(bb)