Rojnameyên erebî: Tirkiye tersî pêvajoya aştiyê tev digere

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de diyar kir ku dewleta Tirk bi tevgerên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û binpêkirinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê tersî pêvajoya aştiyê tev digere.

Rojnameyên erebî: Tirkiye tersî pêvajoya aştiyê tev digere
8 tebax, 2025   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da niyetên Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê, pêvajoya nû ya li Lubnanê ya piştî biryara hikumetê ya têkildarî hiştina çekan di destê artêşê tenê de.

‘TEVGERÊN LEŞKERÎ YÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI BAKURÊ IRAQÊ BEROVAJÎ PÊVAJOYA AŞTIYÊ NE’

Rojnameya El Ereb a li Londonê nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên pêvajoya aştiyê ya bi PKK’ê re bi "nakokiyeke aşkera" pênase kir. Hate gotin, tevî hewldanên siyasî jî rageşiyeke leşkerî ya berbiçav li Bakurê Kurdistanê heye, ev yek jî pirsên cidî li ser niyetên Enqereyê yên parastina hebûna xwe ya leşkerî li axa Iraqê piştî bidawîbûna pevçûnê, derdixe holê.

Rojnameyê îşaret pê kir ku tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê rasterast bi pêvajoya kêmkirina rageşiyê re nakok in. Hate diyarkirin ji ber van nêzîkatiyan rexne ne tenê li Enqereyê, di heman demê de li hikumeta Iraqê jî têne kirin.

Li gorî rojnameyê, aliyên xwecih ên Iraqê, hikumetê tawanbar dikin ku nêzîkatiyên wê yên bi Tirkiyeyê re nerm in û serdestiya wê were binpêkirin, dîsa ji bo vekişîna hêzên Tirkiyeyê û rakirina baregehên wan ji axa Iraqê, helwesteke hişk nîşan nade.

Hate diyarkirin ku li gorî çavdêran hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê xetên sor derbas kirin, zêdetirî 22 baregehên leşkerî û bi hezaran leşkerên Tirk li Iraqê hene ku sûcên herî mezin ên koçberkirina şêniyan kirine û zêdetirî 50 gundên li parêzgeha Dihokê wêran kirine.

‘LUBNANÊ BIRYARA XWE DAYE: 4 SENARYOYÊN KU HIZBULLAH PÊ RE RÛ BI RÛ’

Rojnameya Al Modon li ser biryara hikumeta Lubnanê ya hiştina çekan di destê artêşê tenê de, nivîsand.

Rojnameyê destnîşan kir ku "Lubnan ketiye qonaxeke nû ku li ser têleke zirav dimeşe. Ev cara yekem e ji Peymana Taîfê vir ve hikumeta Lubnanê biryara sînordarkirina çekan ji bo dewletê pesend kiriye."

Li gorî rojnameyê; "4 senaryoyên gengaz hene ku Hizbullah dikare li hember biryara çekberdanê ya hikumeta Lubnanê rabe. Ya yekem; ji nû ve dan û standinan li ser kaxeza Barak û mekanîzmaya pêkanînê bide destpêkirin, ya duyem; rageşiya siyasî û manewî tenê li ser bingeha helwestan bide û li benda plana artêşê bimîne ku têkildarî nepabendbûna bi bernameyekê re lihevkirinekê çêke, ya sêyem; rê nede ku artêş biryarê bide û aloziya siyasî bidomîne heta wê astê ku ji nû ve pêşniyara dengdana baweriyê bi hikumetê re çêbe ku dengê erê ji hêla 27 parlamenterên şîe ve were pejirandin, ya çarem; îhtîmala bersivdayîna êrişên Îsraîlê. Ev jî dê were wateya ketina nav şerekî nû ku dê her tiştê siyasî li ser maseyê hilweşîne, bi rêya vê yekê Hizbullah dê kontrola xwe ya li ser çekên xwe ji nû ve îspat bike.

(bb)