Rojnameyên Erebî: Şerê Xezayê bê aramiya li Sûriyeyê firehtir dike

Rojnameyên Erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan şerê Îsraîl-Hemasê û bandora wê ya li ser aloziya Sûriyeyê.  

Rojnameyên Erebî: Şerê Xezayê bê aramiya li Sûriyeyê firehtir dike
20 adar, 2024   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye di nûçeya xwe ya bi sernavê "Şerê Xezayê bê aramiya li Sûriyeyê firehtir dike" bal kişand ser bandora şerê li Xezayê ya li ser herêmê. 

Di nûçeya ku şîroveyên çavdêrek siyasî jî hatiye dayîn de bal hat kişandin ku her aloziyek ku zêde yan jî kêm dibe bandorek trajîk li ser rewşa Sûriyeyê dike û aliyên destwerdana aloziyê dikin jî vê bê aramiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Li gorî rojnameyê, gelek pispor û rayedaran metirsiyên xwe aniye ziman ku şerê li Xezayê firehtir bibe û Sûriyeyê wek mînak nîşan didin.

DETAYÊN PLANA ALTERNATÎF A KETINA REFEHÊ

Tora El Erebiye şerê li Xezayê kiriye mijara nûçeyek xwe û agahî spartine rayedarekî payebilind ê Amerîkayê. Rayedarê Amerîkî diyar kiriye ku Amerîka wê bi Îsraîlê re civînekê çêbike û pêşniyar bike ku li şûna êrîşa li ser Refahê, sînorê di navbera Misir û Xezayê de zêdetir kontrol bike. Rayedar destnîşan kiriye ku Washington dixwaze Misir ji bo pêşîgirtina qaçaxçîtiya navbera Misir û Xezayê de binesaziyekê ava bike û ev yek li şûna ku Îsraîl êrîşî bajarekî mezin ê tije koçber bike, rêya herî baş a jihevxistina Hemasê ye.

YEMEN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî cih da êrişên Sena yên deryayî yên li dijî keştiyên Amerîka û Brîtanyayê. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ev êriş derbasî pêvajoyeke nû bûne û di çend rojên dawîn de êrişên li dijî hêzên deryayî yên Amerîka û Brîtanyayê hatine zêdekirin.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, li hemberî vê gûrkirinê Washington û London dê êrişan zêde bikin. Bi nêrîna rojnameyê, ev şer hêzên Amerîkî û Birîtanî di aliyê leşkerî de diwestînin.

(şx)