Rojnameyên erebî: Sala 2025’an sala ji nû ve avakirina têkiliyan e

Çavdêr dibêjin di 2024’an de li piraniya welatên cîhanê zengila alarmê lêxist û bi guhertina rejîma li Sûriyeyê bi dawî dû û dê bandoreke mezin li ser çend deverên cihê yên cîhanê bike.

Rojnameyên erebî: Sala 2025’an sala ji nû ve avakirina têkiliyan e
1 ÇILE, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser bûyerên herî girîng ên ku sala par rewşa Rojhilata Navîn guherandin.

‘SALEKE NE WEKÎ HEMÛ SALAN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Sala 2025’an îro dest pê kir, li şûna saleke gelek bûyer li pey xwe hiştin, bi taybet bûyerên ku ji nişka ve çêbûn. "

Rojnameyê amaje pê kir ku bûyera herî sosret di nava bûyerên sala 2024’an de; Heyet Tehrîr El Şam di 10 rojan de desthilata malbata Esed hilweşand û encamên guhertina rejîmê li Sûriyeyê dê di sala 2025’an de bandorê li çend bûyerên li deverên cuda yên cîhanê bike, dê di nava dewletên herêmên de têkiliyên nû çêbin û heta dê bandorê li şerê Rûsya-Ukraynayê bike.”

Rojnameyê her wiha nivîsand: “Rêvebiriya Trump vê mehê kilîta Koşka Spî wergirt û dê siyasetên nû yên Amerîkayê yên der barê deverên şer de li seranserê cîhanê diyar bibin. An dê helwestên serok Trump bibin egerên bidawîkirina şeran, wekî ku wî bi xwe jî soz dabû, an jî dibe ku ew bibin sedema derketina şerên nû.”

‘JI BO 2025’AN TENÊ HÊVÎ HEYE’

Rojnameya El Mesrî jî wiha nivîsî: "Dibe ku mirov behsa siberoja Rojhilata Navîn bike bêyî ku behsa kêşeyên ku îro hene bike; şerê çekdarî yê li Sûdanê, heta şerê ku Îsraîl li dijî Ereban dike li Xeza, Lubnan, Sûriye û Yemenê û heta rewşên tevlihev ên Şam û Sana û Beyrûtê.”

Rojnameyê her wiha nivîsand: “Tevî hemû axaftinên teorîk jî, lê rastiya pratîk bi daxwazên gelan bi xwe ve girêdayî ye û ew hêmana herî girîng a hevkêşeyê ye. Sala 2025’an di salnameyê de ne tenê hejmareke nû ye, lê tevî dijwariyan jî hêvî heye ku Rojhilat Navîn gavên şênber ber bi aştî, aramî û geşedanê ve biavêje. Êşên ku gelên herêmê kişandine divê bibin têvedana guherînên erênî.”

(k)