Rojnameyên erebî nakokiyên Başûrê Kurdistanê û hilbijartinên DYA‘yê nirxandin

Di rojnameyên erebî de hate diyarkirin ku nakokiyên di navbera PDK û YNK‘ê de hişyariya pêvajoyeke siyasî ya hesas li herêma Kurdistanê û metirsiyên vegera parçebûnê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê dide. Rojnameyan cih da hilbijartinên navberê yên DYA’yê û astengiyên li pêşiya Donald Trump, her wiha siberoja Îranê.

Rojnameyên erebî nakokiyên Başûrê Kurdistanê û hilbijartinên DYA‘yê nirxandin
6 mijdar, 2026   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de piştî vekişîna YNK‘ê ji hikumeta herêmê, her wiha bandorên hilbijartinên navberê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser siberoja serokê DYA‘yê Donald Trump û siyasetên wî yên li hember Îranê nirxandin.

‘VEKIŞÎNA YNK‘Ê RÊ LI BER DU HIKUMETAN VEDIKE’

Duh parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê civiya. Piştî civînê serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku ew ji hikumeta herêmê vedikişe û îtîrafê bi encamên wê nake. Talebanî anî ziman eger PDK dayîna biryarên siyasî û îdarî yên yekalî bidomîne ew ê jî heman gavan biavêje. Rojnameya El Ereb jî mijar nirxand. Hate gotin, gefa Talebanî ya avêtina heman gavên siyasî û rêveberî li Silêmaniyê îhtîmalên parçekirina desthilatê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de tîne holê, nemaze li gel nakokiyên li ser belavkirina erk û rayeyan û avakirina hikumeta 10’emîn.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev krîz ezmûna her du rêveberiyên herêmê yên salên 1990‘î ya berî ku rêveberî di sala 2006‘an de were yekkirin, tîne bîra mirov. Li gorî rojnameyê, berdewamiya nakokiyê dibe ku bigihêje saziyên herêmî, çavkaniyên darayî û dezgehên ewlehiyê. Di encamê de yekitiya biryara siyasî û îdarî ya herêmê tehdît bike.

‘DONALD TRUMP DÊ ÇI BIKE?’

Rojnameya Okaz a Erebistana Siûdî jî bandorên hilbijartinên navberê yên DYA’yê yên li ser serok Donald Trump şîrove kirin. Hat destnîşankirin ku şerê bi Îranê re û windahiyên wê yên aborî bûne sedema kêmbûna şansên Komarparêzan û rexneyan di nava partiyê de.

Rojnameyê îşaret pê kir ku Trump ku çareserkirina dosyaya Îranê wek stratejiya pêşîn dibîne û di heman demê de dixwaze mîrateyeke siyasî ya ji dema xwe mayî xurt bike, dê bi hemû rêbazan zextên li ser Îranê bidomîne.

‘GELO DEMOKRAT DÊ DI SERKEFTINÊ DE DILNIZMIYÊ NÎŞAN BIDIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da serkeftina Demokratan di hilbijartinên navberê de û diyar kir ku divê encam wek dawiya ‘trumpîzmê‘ neyên dîtin.

Rojnameyê destnîşan kir ku bandorên şer, enflasyon û zêdebûna buhayên sotemeniyê bûn sedema paşketina giranbûna Komarparêzan. Her wiha destnîşan kir ku divê Demokrat ji rageşiya siyasî hişyar bin û berî her tiştî serketina xwe bi baldarî bi kar bînin.

(bb)