Rûsya li tesîsên enerjî û lojîsîkê yên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan tesîsên hilanîna betarî û enerjiyê, keştiyek li bendera Odessa û cihên leşkerî yên Ukraynayê kirin hedef. Çav li rê ye ku piştî hevdîtinên DYA-Ukrayna-Ewropayê yên li Brukselê, dê 10 û 11‘ê Mijdarê gera dan û standinan li Ebû Dabî pêk werin.

Rûsya li tesîsên enerjî û lojîsîkê yên Ukraynayê xistin
6 mijdar, 2026   10:23
NAVENDEA NÛÇEYAN

Şerê Rûsya û Ukraynayê ku di Sibata 2022‘an de dest pê kiriye, dewam dike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku wan wê bi şev cihên enerjî, lojîstîk û benderê ku hêzên Ukraynayê bi kar tînin, kirin hedef.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, depoyeke bateriyan li bajarê Belaya Tserkivê ya li herêma Kîevê ku pêdiviyên leşkerî-pîşesaziyê ya Ukraynayê dabîn dike, keştiyek barhilgir li bendera Odessayê û kombûneke leşkerî li bajarê Dmytrovo yê herêma Zaporizhzhia bi bombeya hewayî ya rêberkirî ya VAB-3000, her wiha stasyoneke şaxî ya enerjiyê li nêzîkî bajarê Sumy yê li bakurê rojhilatê Ukraynayê bi bombeyên VAB-500 hatin hedefkirin.

Tê payîn ku bi armanca domandina hewldanên bidawîkirina şer dê 10 û 11‘ê Mijdarê li Ebû Dabî torenek nû ya dan û standinên sêalî di navbera DYA, Rûsya û Ukraynayê pêk werin.

Rayedarên Amerîka, Ukrayna û Ewropayê li Brukselê civiyabû. Di civînê de garantiyên ewlehiyê ji bo Ukraynayê û pêdiviyên ji nû ve avakirin û fînansekirina wê heta sala 2027‘an, bi beşdariya nûnerên NATO, Yekitiya Ewropa, Banka Cîhanî û koma veberhênanê ya BlackRock hatin nîqaşkirin.

(bb)