Rojnameyên erebî li ser şerê li Sûdanê û pirsgirêka çekên Hizbullahê nivîsî

Li Sûdanê pevçûn gur dibin, ji ber ku artêşa Sûdanê hewl dide piştî windakirina El Faşirê bi vekirina eniyeke nû li bakurê Kordofanê, xwe ji nû ve bîne ser hev. Li Lubnanê nîqaşên têkildarî biryara komkirina çekan di destê dewletê de, berdewam dikin.

Rojnameyên erebî li ser şerê li Sûdanê û pirsgirêka çekên Hizbullahê nivîsî
4 mijdar, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî geşedanên krîza Sûdanê û nîqaşa dijwar a li Lubnanê ya li ser çekên Hizbullahê û siberoja têkiliyên bi Îsraîlê re, nivîsîn.

‘ARTÊŞA SÛDANÊ HEWL DIDE LI BAKURÊ KORDOFANÊ ENIYEKÊ VEKE’

Rojnameya El Ereb behsa rewşa li Sûdanê kir û destnîşan kir ku artêşa Sûdanê hewl dide bi vekirina eniyeke nû li Bakurê Kordofanê, şikestina xwe ya li El Faşirê paytexta Dewleta Darfûra Bakur, veşêre. Di vê navberê de krîza mirovî li herêmê dewam dike.

Rojnameyê ketina El Faşirê wek qonaxeke girîng a di pevçûna berdewam a di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li Sûdanê nirxand, ji ber ku ev hêz niha tevahiya herêma Darfûrê kontrol dike ku sêyeka axa Sûdanê ye.

‘BÊÇEKKIRIN GIRÎNGIYEKE NETEWEYÎ YE’

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser nîqaşa siyasî ya li Lubnanê ya têkildarî biryara komkirina çekan di destê dewletê de, nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku hebûna çekan di destê Hizbullahê de bûye astengiyeke ji bo avakirina dewlet û artêşeke yekgirtî. Her wiha nivîsî ku rola leşkerî ya milîsan xizmeta projeya Îranê dike û Lubnanê di hêla navneteweyî de bi tenê dihêle.

Rojnameyê bal kişand ser parçebûna di nava welêt de, ji ber ku hin aliyên hikumetê tevî zexta navneteweyî jî pêvajoya bêçekkirinê asteng dikin.

‘ŞERÊ ÎSRAÎLÊ YÊ BÊ DÊ LI SER LUBNANÊ BE’

Rojnameya Al Modon bal kişand ser îhtîmala zêde ya şerekî nû yê Îsraîlê yê li dijî Lubnanê, ji ber israra Hizbullahê ya li ser parastina çekên xwe û ji nû ve avakirina cebilxaneya xwe ya mûşek û dronan.

Rojnameyê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl, hikumeta Lubnanê bêçare dibînin ku nikare biryarên xwe bi cih bîne, ev yek bûye sedem ku Washington zextê li ser Beyrûtê bike da ku dan û standinan bi Tel Avîvê re wekî "derfeta dawîn" bidomîne.

Rojnameyê da zanîn ku Lubnan ketiye nav du aloziyan; hikumeteke felcbûyî û partiyeke ku li ber tunebûnê. Rojnameyê diyar kir ku berdewama rewşa heyî dê bibe sedema şerekî nû yê Îsraîlê yê li ser Lubnanê.

(k)