Rojnameyên erebî li ser peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de çi nivîsî?

Rojnameyên erebî nivîsî ku peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de gaveke girîng e ji bo bidawîkiria arîşeya leşkerî û guhertineke jeopolîtîk ku derfetê dide dewleta Sûriyeyê ku têgehên hemwelatîbûn û nasnameya neteweyî ji nû ve pênase bike.

Rojnameyên erebî li ser peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de çi nivîsî?
3 sibat, 2026   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên ku îro, li ser destpêkirina pêkanîna peymana di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, nivîsîn.

‘SÛRIYE; PEYMANEKE DI NAVA BAHOZÊ DE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî ku peymana di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSD’ê de di demeke pir hesas de pêk hat, piştî çend hefteyên aloziya li bajarên Heseke û Kobanê.

Rojnameyê destnîşan kir ku tirs û fikar ne tenê herêmî bûn, her pevçûnek dikaribû bibe çirûskek ku dikare bandorê li Iraq û Tirkiyeyê bike û heta dîasporayê jî. Rojnameyê nivîsî ku peyman, tevî girîngiya xwe, hîn jî nazik û xeternak e ku hilweşe, ger mekanîzmayên bicihanînê yên zelal tune bin, an jî eger aliyên ku dê ziyan li wan bibe hewldanên xwe yên têkbirina wê dewam bikin. Rojnameyê diyar kir ku ji bo serkeftina peymanê divê garantî hebin ku ev peyman wekî yên berê têk neçe.

‘PEYMANA ŞAM-QSD’Ê: SERERASTKIRINA ERDNÎGARIYÊ Û ENDEZYARIYA NASNAMEYA NETEWEYÎ’

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku peyman "gaveke rastiyê" ye û dide nîşan ku aliyên têkildar gihaştine wê baweriyê ku berdewamiya pevçûnê û valakirina axa Sûriyeyê êdî vebijêrkeke guncaw nîn e û eger hemû alî tawîzan nedin dê xetereya hilweşîneke tevahî pir mezin be.

Rojnameyê her wiha hişyarî da ku peyman di rewşeke ne aram de pêk tê, ji ber ku hîn jî hin hêz hene ku vejîna dewleta Sûriyeyê û lihevhatina pêkhateyên wê wek gefeke rasterast li ser berjewendiyên xwe dibînin û dibe ku hewl bidin bi rêya wekîlên herêmî yan zextên aborî û ewlehiyê pêkanîna wê peymanê asteng bikin. Rojnameyê diyar kir ku dijwariya rastîn ew e Şam û QSD dê bikarin li ber xwe bidin û vê peymanê li hember destwerdanên derve biparêzin.

‘JI BO PIRSGIRÊKA KURD ÇARESERIYEKE DESTÛRÎ YA BERFIREH LAZIM E’

Rojnameya Independent a erebî nivîsî ku krîza baweriyê di navbera her du aliyan de berdewam dike û serkeftina peymanê bi Şamê ve girêdayî ye ku bikare bendên wê pêk bîne û taybetmendiyên siyasî, civakî û ewlehiyê yên herêmên Kurdan li ber çavan bigire.

Rojnameyê nivîsî ku pêkanîna edaletê ji bo pirsgirêka Kurd bi çareseriyên ewlehî yan îdarî nikare pêk were. Lê ji bo wê çareseriyeke destûrî ya berfireh lazim e ku Kurdan wek pêkhateyeke neteweyî ya rastîn nas bike û mafên wan di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de misoger bike.

(k)