Kobanê roja 15’an: Dorpêç didome

Dorpêça li ser Kobanê ket roja 15’an. Pirsgirêkên tenduristî, pêdiviyên xurek, sotemenî û hwd. kûr dibin. Alîkariyên li ser sînorê Bakûr hîn jî tên astengkirin.

Kobanê roja 15’an: Dorpêç didome
3 sibat, 2026   10:04
KOBANÊ

Komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê 6`ê Çileyê êrişî taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê kir û piştî wê jî êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Bi van êrişan re koçber ji Tebqa, Reqa, Eyn Îsa û gundewarên Kobanê berê xwe da bajarê Kobanê.

Komên girêdayî hikumeta demkî 15 roj e dorpêçeke giran daniye ser Kobanê û jiyana 600 hezar mirovên lê dimînin di xetereyê de ye. Bi taybet derman nayên peydakirin, nexweşên penceşêrê nikarin derkevin derve û tedawiya xwe dewam bikin. Elektrîk li ser wan hatiye qutkirin û madeyên sotemeniyê û xwarinê nayên peydakirin.

Bi vê dorpêçê dixwazin îradeya gelê Kurd bişikînin. Gelê Kobanê ji roja destpêke ve hem berpirsyariya koçberan rakir hem jî gund û bajarên xwe diparêzin. Destûr nedan komên girêdayî hikumeta demkî bi pêş ve herin.

Li gorî lihevkirina 30’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de ku duh (2 Sibat 2026) ket pratîkê, divê dorpêça li ser Kobanê hatiba rakirin. Tevî hevdîtinên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobanê û şandeya Wezareta Karên Derve ya hikumeta demkî de jî dorpêç dewam dike.

Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker rê nade alîkariyên mirovî yên ku gelê Bakurê Kurdistanê amade kirine, derbasî Kobanê bibin.

Berxwedana gelê Kobanê di mercên zehmet de dewam dike.

ANHA