Rojnameyên erebî: Li Kerkûkê nakokiyên etnîkî û neteweyî zêde dibin 

Aloziya li Kerkûkê û tevgerên Ewropa û DYA’yê yên ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê rojevên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Li Kerkûkê nakokiyên etnîkî û neteweyî zêde dibin 
6 ÇILE, 2024   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Ereb nûçeyek bi sernavê "Aloziya li Kerkûkê nîşaneya qonaxeke şerekî etnîkî yê dijwar e" weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin ku  li bajarê Kerkûkê yê li bakurê Iraqê yê netewe û etnîkên cuda lê dimînin aloziyek serwer e. Hate destnîşankirin ku li şûna ku hilbijartinên parêzgehan nakokiyan li gorî rêgezên demokratîk bi dawî bikin, lê alozî dijwar kirin."

Di dewama nivîsê de hate destnîşankirin ku hêzeke leşkerî ya iraqî li Kerkûkê bi ser taxeke Kurdan de girt. Rojnameyê cih da helwesta şêniyên Kerkûkê ji operasyona serdegirtinê û wiha hate gotin: "Şêniyan operasyona serdegirtinê wekî beşek ji hewldanên sîstematîk ên erebkirina Kerkûkê nirxand, ku taxên derbas kirine û zeviyên çandiniyê li tevahî parêzgehê girte nava xwe. Hate diyarkirin ku rê li ber cotkarên Kurd tê girtin ku  karên xwe yên çandiniyê li wê derê bikin û cotkarên Ereb ji derve tînin ji wir bînin da ku di zeviyan de bixebitin."

’LI GEL PIRSGIRÊKÊN EWLEHÎ Û SIYASÎ, LI IRAQÊ SIYASETA HEVSENGIYAN LI BER XETERIYÊ YE’

Rojnameya  Independent Erebiya jî bal kişand ser rewşa Iraqê. Di nivîsê de hate  gotin "Xuya ye hewldanên hikumeta Çarçoveya Hemahengiyê ya Hêzên Şîe yên ji bo birêvebirina rewşa hevsengiyê ya têkildarî nakokiya Washington -Tehranê, têk çûne."

Rojnameyê cih da daxuyaniya nivîsgehê serokwezîrê Iraqê jî. Hate gotin "Çend saet piştî hedefgirtina (El Seîdî)  yek ji rêveberên Heşid Şabî El Sabî, nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand ku hikumeta Iraqê hewl dide demekê ji bo destpêkirina diyalogan diyar bike da ku tedbîrên bidawîkirina hebûna leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî diyar bikin."

’DYA Û EWROPAYÊ JI BO RAWESTANDINA ŞERÊ LI XEZAYÊ XEBATÊN NÛ YÊN DIPLOMATÎK DIMEŞÎNIN’

Tora El Hura têkildarî şerê li Xezayê nivîsek weşand. Di nivîsê de hate diyarkirn ku biryar e Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken û berpirsê siyaseta derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell roja Înê bigihêjin Rojhilata Navîn da ku ji bo  rawestandina çarçoveya şerê li  Şerîdaya rojava û Lubnan, her wiha ji bo aloziya kerîdorên li Deryaya Sor hewldanan bikin.

(bb)