Rojnameyên erebî: Kongreya Amerîkayê dosyaya Sûriyeyê xist bin çavdêriyê

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de civîna kongreya DYA’yê ya li ser Sûriyeyê, bandorên serdana Benjamin Netanyahu ya DYA`ê û çûna Elî Larîcanî ya Omanê.

Rojnameyên erebî: Kongreya Amerîkayê dosyaya Sûriyeyê xist bin çavdêriyê
12 sibat, 2026   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser civîna guhdarîkirinê ya Kongreya Amerîkayê ku di 10`ê Sibatê de ji bo nîqaşkirina pêşketinên di dosyaya Sûriyeyê de hat lidarxistin, her wiha bandorên serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya Washington û çûna Elî Larîcanî ya Omanê.

KONGREYA DYA’YÊ LI SER SÛRIYEYÊ DIAXIVE: TEVLÎBÛNA AMERÎKAYÊ PÊWÎST E

Rojnameya El Nahar civîna guhdarîkirinê ya ku ji hêla Komîteya Karûbarên Derve ya Kongreya DYA`ê ve hat lidarxistin, wekî ceribandina yekem a eşkere ya nêzîkbûna Washingtonê bi Şamê re, bi nav kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku guhdarîkirin ne nirxandinek rûtîn bû, lê wekî gavekê ji bo veguhestina dosyaya Sûriyeyê ji rêveberiya cîbicîkar a bêdeng bo çavdêriya rasterast a qanûndanînê de pênase kir. Her wiha bal kişand girîngiya berdewamiya tevlîbûna DYA`yê di dosyaya Sûriyeyê û mekanîzmayên çavdêriya wê.

Rojnameyê cih da axaftia Serokê komîteyê Brian Mast ku gotibû, ’’her sivikkirina cezayan an berfirehkirina piştgiriyê divê bi tevgerên zelal ên Şamê ve bi taybet ên di derbarê parastina kêmneteweyan de girêdayî be."

Hat bibîrxistin ku "Di dema rûniştinê de, Nûner Scott Perry vîdyoyek nîşan da ku binpêkirinên li dijî sivîlan belge dikeû aliyekî exlaqî û qanûnî yê rasterast li nîqaşê zêde kir."

Li gorî rojnameyê, dibe ev rûniştin guhertinek yekser di siyaseta DYA`yê de çêneke, lê asta berpirsiyariyê bilind kir û pirsgirêk anî qada lêkolîna sazûmanî ya eşkere.

’DI NAVBERA SERDANÊN NETANYAHU Û LARÎCANÎ DE’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser bandorên serdana Netanyahu ya Washingtonê û serdana Elî Larîcanî ya Omanê. Rojnameyê da zanîn ku cîhan bi baldarî temaşe dike, li benda encamên serdana Netanyahu ya Washingtonê û tiştê ku Larîcanî di derbarê dan û standinên Amerîka-Îranê de anî Muscatê ye.

Rojnameyê diyar kir ku Netanyahu hewl dide ku her rêkeftinekê asteng bike, daxwaza wî hilweşandina bernameya nukleerî ya Îranê, rawestandina dewlemendkirina uranyûmê, sînordarkirinên bernameya mûşekî  û hilweşandina bandora herêmî ya Tehranê ye.

Li gorî rojnameyê, serdana Larîcanî cidiyeta Tehranê ya ji bo ji nû ve destpêkirina dan û standinan nîşan da.

SERDANA BILEZ A NETANYAHU BO WASHINGTONÊ: NÎŞANÊN WÊ ÇI NE?

Rojnameya El Ereb jî  ku li ser bandorên serdana bilez a Netanyahu bo Washingtonê nivîsî diyar kir ku ew bi mijarên lezgîn ên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê û mûşekên balîstîk ve girêdayî ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku serokwezîrê Îsraîlê hewl dide ku Serokê Amerîkayê Donald Trump razî bike ku zextê li ser Tehranê zêde bike, yan wî tê vede ku çalakiyek leşkerî ya sînorkirî jî li dijî Îranê bike.

(k)