Rojnameyên erebî: Îsraîl şer gur dike, Amerîka fişarên li ser Tehranê zêde dike

Çavdêr dibêjin rêveberiya Trump dorpêçan li ser Îranê giran dike. Bi gurbûna şer re jî xuya ye Îran li ber 2 vebijêrkan e; yan şer gur bike, yan lihevhatineke mîna ‘Peymana Versaillesê’ bipejirîne.

Rojnameyên erebî: Îsraîl şer gur dike, Amerîka fişarên li ser Tehranê zêde dike
18 hezîran, 2025   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro têkildarî fişarên zêde yên Amerîkayê yên li ser Îranê li gel gurbûna şerê di navbera Tehran û Tel Avîvê de nivîsên û bal kişand ser vebijêrkên kêm ên li ber destê serkirdayetiya Îranê.

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser helwestên Amerîkayê yên têkildarî nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê de û wiha nivîsand: "Ji roja Îna borî ve, piştî ku Îsraîlê şerê xwe li dijî Îranê daye destpêkirin, serokê Amerîkayê Donald Trump carinan behsa destwerdana rasterast dikir, carînan jî pencereya dîplomasiyê vekirî dihişt. Lê vebijêrka dîplomasiyê vê carê girêdayî şerê Îsraîlê ye, her wiha girêdayî wê pêşniyarê ye ku Washington berî 2 hefteyan pêşkêş kiribû, di pêşniyarê de hatibû xwestin ku Îran li ser axa xwe uranyumê çêneke.”

Rojnameyê nivîsî ku vegera Trump a bilez ji Lûtkeya G7’an a li Kanadayê ne ji bo navbeynkariya agirbesteke di navbera Îran û Îsraîlê de bû, wek ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser X’ê nivîsî, lê belê ew vegera wî nîşana wê yekê bû ku Trump derfetek daye Îsraîlê ku fişarên leşkerî bidomîne, bi hêviya ku serkirdayetiya Îranê dê di dawiyê de bigihêje wê encamê ku dev ji bernameya xwe ya nukleerî berde.

Gelo ev îhtîmal heye? Rêvebirê bernameya Îranê li Koma Krîzê ya Navneteweyî Elî Vaeiz der barê mijarê de dibêje: "Ji bo îraniyan tişta ji bombebarana Îsraîlê xirabtir ew e ku şert û mercên Amerîkayê bipejirînin.”

‘TRUMP LI HESPÊ ŞER SIWAR E’

Rojnameya Şerq El Ewset diyar kir ku êdî Trump ne tenê dixwaze bernameya nukleerî bikeve bin çavdêriya navneteweyî û Îran uranyumê li ser xaka xwe çêneke, jê zêdetir jî dixwaze bernameya nukleerî û bernameya moşekên balîstîk û siyasetên wêranker ên Îranê yên li herêmê, têk bibe.

Rojnameyê li ser zimanê karbidestên amerîkî ragihand ku Trump bi cidî difikre ku beşdarî şerê li dijî Îranê bibe, bi taybetî lêdana navendên nukleerî yên Îranê. Li gorî çavkaniyan, hin rayedarên Îsraîlê li ser zimanê Netanyahu gotiye îhtîmal e Amerîka di nava çend rojan de bikeve şer!

‘ÎSRAÎL BI KARÊN ÎSTIXBARATÎ Û KUŞTINA SERKIRDEYAN ZEXTÊ LI XAMINEYÎ DIKE’

Rojnameya El Ereb a Londonê nivîsî ku Îsraîl di şerê li dijî Îranê de serwer e, ji ber ku îstixbarata Îsraîlê bi firehî ketiye nava dezgehên ewlekarî û leşkerî. Vê yekê hişt di destpêkirina êrişê de fermandarên payebilind û şêwirmendên rêberê olî Elî Xamineyî bên kuştin. Mebesta kuştina van fermandaran ew bû ku Xamineyî bi tenê bimîne û neçar bibe tawîzan bide.

Li gorî çavkaniyên, fermandarên ku hatine kuştin endamên xeleka nêzîkî Xamineyî ne ku ji nêzîkî 15 heta 20 şêwirmendên Artêşa Pasdaran, mela û siyasetmedaran pêk tê.

(k)