Rojnameyên erebî: Iraqê rê nedaye Tirkiyeyê ku bikeve Başûrê Kurdistanê

Rojnameyên erebî cih da êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê, raporên der barê aloziyên li welatên rojavayî de, dan û standinên di navbera Hemas û Îsraîlê de.

Rojnameyên erebî: Iraqê rê nedaye Tirkiyeyê ku bikeve Başûrê Kurdistanê
13 tîrmeh 2024   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê “Iraq: Me rê nedaye operasyonên Tirkiyeyê li Kurdistanê” weşand. 

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên wergirtine, ragihand ku Hisên gotiye "welatê wî rê nedaye Tirkiyeyê ku bikeve Başûrê Kurdistanê", her wiha destnîşan kir ku divê hikumet ji vê bêtir bi Tirkan re nîqaşên ewlehiyê bike.

Li gorî rojnameyê parve kiriye, Hisên wiha axiviye: “Di nîqaşên me yên li gel Tirkiyeyê de heta niha me li ser dosyaya ewlehiyê li hev nekiriye.”

Girêdayî normalîzekirina di navbera Şam û Enqereyê de rojnameyê da zanîn ku Erdogan wezîrê karên derve Hakan Fîdan erkdar kiriye, ji bo ku amadekariyên hevdîtinekê li Tirkiyeyê yan jî welatekî din bike. Rojnameyê daxuyaniya Erdogan bi bîr xist ku dibêje "min beriya du hefteyan El Esed vexwend ji bo ku li welatê min yan jî dewleteke din li hev bicivin. Ji bo wê min wezîrê me yê karên derve erkdar kiriye.”

‘WELATÊN ROJAVAYÎ BER BI ALOZIYEKE KÛR VE DIÇIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî hilbijaritnên li welatên rojavayî cih da nirxandina nivîskar Mihemed El Remîhî. Li gorî rojnameyê El Remîhî diyar kiriye ku hibijartinên li dewletên rojavayî ber bi aloziyeke kûr û rêyeke xitimandî ve diçin. Li gorî El Remîhî sedem jî ew e ku ji bo bidestxistina berjewendiya giştî, demokrasî bûye wesîle li şûna ku bibe armanc. Ji ber wê hêzên rojavayî ketin rêya razîkirina gel ku dawiya wê alozî ye.

Nivîskar di gotara xwe de 2 mînak li ser vê mijarê bi bîr xistin, yek Fransa û ya din jî Brîtanya ye. Li Fransayê, hilbijartinên dawîn bûn sedema parçebûna siyasî û di encamê de hinekî kar û barên hikumetê rawestiyan. Li gorî El Remîhî, ev diyarde nîşan dide ku zanabûna komî ji bo bidestxistina civakê ji aloziyan bi taybet ya aborî, ji holê rabûye.

Der barê Brîtanyayê de mîna ku El Remîhî di gotara xwe ya li Şerq El Ewsat de nivîsiye, di hilbijartinan de karker bi ser ketin. Xelk ne ku ji Partiya Karkeran hez dike, lê ji ber ku "Partiya Muhafezekaran, rêya xwe şaş kiriye”.

El Remîhî bi bîr xist ku li Fransa û Brîtanyayê aloziyeke aborî ya kûr heye, sedema wê jî siyasetmedar in.

‘DAN Û STANDINÊN HEMAS Û ÎSRAÎLÊ GIRÊKTIR DIBIN LÊ BI BIN NEKETINE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rewşa dawîn a Xezayê nûçeyek parve kir. Rojnameyê diyar kir ku nîşaneyên erênî hene ku lihevkirina pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hemas û Îsraîlê de di demeke nêz de bê ragihandin.

Li gorî rojnameyê, Hemas ji berê nermtir e, bi taybet li ser bidawîkirina şer. Rojnameyê da zanîn ku Til Evîv bi şirîkên xwe re ku di dan û standinan de navbeynkar in yan jî yên ji derve re kar dike ji bo ku formeke dawîn amade bike, nemaze ku Îsraîl bi rastî dixwaze ji eniyên di bin kontrola wê de vekişe "ji ber ku nikare berdêla parastina kontrolkirina wan eniyan bide".

Rojnameyê diyar kir ku dan û standin li ser asta hundirîn li Îsraîlê yan jî di navbera Til Evîv û şirîkên wê de û derve jî berdewam in. Li gel wê, fişarên Amerîkayê jî didomin.