Li 3 bajaran çalakiyên 'dengê xwe bide azadiyê'

Xizmên girtiyan di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî" ki gelek bajaran çalakiyên "Deng bide azadiyê" lidarxistin.

Li 3 bajaran çalakiyên 'dengê xwe bide azadiyê'
5 tebax 2024   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Malbatên girtiyan di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî" çalakiya "Deng bide azadiyê" ku li gelek bajaran dabûn destpêkirin îro jî berdewam kir. Di çalakiyan de malbatên girtiyan û siyasetmedaran bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirinên mafên girtiyan. 

ÎZMÎR

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan, li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê kom bûn û çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Pankart hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabûlût di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Hişyariyên saziyên mafên mirovan li ber çavan nayên girtin. Li girtîgehan bi binpêkirinên mafan cara duyemîn girtiyan ceza dikin. Heta ku tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin wê li ber girtîgehan çalakiyên me berdewam bikin.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

EDENE

Bi pêşengiya malbatên girtiyan jî bi beşdariya nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ber Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê daxuyanî hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêveberên HDK, DBP, DEM Partî û AYKAY-DER'ê tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan bi beriyan ber girtîgehê dorpêç kir û destûr neda girse biçe ber girtîgehê. Girseyê li cihekî nêzî girtîgehê ji wesayîtan peya bûn û bi berzkirina dirûşmeyan û lîlandinê ber bi girtîgehê ve meşiya. Polîsan pêşî li girseyê girt û di dorpêça polîsan de daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr daxuyanî da û destnîşan kir ku bingeha hemû pirsgirêkan tecrîdkirina Abdullah Ocalan û xwest demildest tecrîd bê rakirin.

Piştî daxuyaniyê girse çalakiya rûniştinê li dar xist û paşê meşek kurt li dar xist.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî bi pêşengiya malbatên girtiyan çalakiya "Deng bide azadiyê" hat lidarxistin. Çalakî di hefteya 16'emîn de li ber Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê hat lidarxistin. Hevserokê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan daxuyanî da û xwest demil dest dawî li tecrîdê û binpêkirinên li girtîgehan bê anîn û rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê vekirin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

 Li Edene, Îzmîr û Mêrsînê çalakiyên ‘Deng Bide Azadiyê’