Hîlala Zêrîn  nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirina çandî da

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan-Şaxê kantona Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çanda Kurd şeremzar kirin.

Hîlala Zêrîn  nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirina çandî da
Hîlala Zêrîn  nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirina çandî da
Hîlala Zêrîn  nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirina çandî da
Hîlala Zêrîn  nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirina çandî da
Hîlala Zêrîn  nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirina çandî da
5 tebax 2024   20:25
REQA

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan-Şaxê Reqayê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên qirkirina çandê yên ku dewleta Tirik a dagirker li dijî çanda Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tîne şermezar kirin. 

Berdevak Tevgera Hîlala Zêraîn Semer Cuma ku daxuyanî xwend, binçavkirina hunermendên Kurd û êrişên li ser çanda Kurd ên ji aliyê hikumeta AKP’ê ve şeremzar kirin. Semer diyar kir ku hunermendên awazên azadiyê gotin hatin binçavkirin, lê dengê wan li tevahî cîhanê oland.

Semer Cuma got: "Her govendek çîrokeke, her çîrokeke dîrokeke, her dîrokek xwedî hunermend û afrîner in. Dîroka me şaristaniya me ye, siberoja me sembola hebûna me ya. Em dê xelekên govendan bigerînin. Em ê bistirên. Em ê di destekî de tembûr bi destê din de daholê rakin. Em ê Kurd, Ereb, Mesîh  Çerkez bi hev re ne daxwaza serbestberdana girtiyan dikin.

Piştî xwendina daxuyaniyê endamên tevgerê li qiraxa çemê Firatê govend gerandin.

(bb)

ANHA