Desthilata PDK`ê ev 263 roj e girtina Silêman Ehmed didomîne
Desthilata PDK`ê rojnamevan û edîtorê ajansa Roj News`ê Silêman Ehmed 262 roj e girtiye.
Li gorî ajansa Roj News`ê 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Dihokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî yê ajansa Roj News`ê Silêman Ehmed weke 30’yê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hiceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir.
Der barê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen ji ajansa Roj News`ê re got; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 a sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybet e bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.
Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî hefteyekê ji revandina Ehmed daxuyaniyeke ji rastiyê dûr weşand ku Ehmed "ne ji ber karê wî yê ragihandinê" hatiye girtin û li xwe mikur hat ku ew revandiye û bi awayekî aşkera gef xwar ku wî ceza bike.
Piştî diyarkirina danaşîna Silêman Ehmed, dadgeha Diholkê biryar da ku danaşînê heta 29`ê Tîrmehê dereng bixe.