Di Şampiyoniya Navneteweyî de Dibistana Nimûr Taekwondo bi ser ket

Di Şampiyoniya Navneteweyî ya Urdunê de Dibistana Nimûr Taekwondo ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî tîma herî baş hat nirxandin.

Di Şampiyoniya Navneteweyî de Dibistana Nimûr Taekwondo bi ser ket
5 tebax 2024   21:40
QAMIŞLO

 Dibistana  Nimûr Taekwando ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî Şampiyoniya Navneteweyî ya Urdunê  bû. Ji 9 welatên cîhanê  hezar û 100 lîstivan di nava 40 tîman de di şampiyoniyê de lîstin.

Dibistana Nimûr ku ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî şampiyoniyê bibûn wekî tîma her baş hat nirxandin.  Di şampiyoniya ku bi dawî bû de lîstikvanên dibistanê Felek Hac Fetah madalyaya zêr, Êva Ebdî madalyaya zîv, Elî El Mihemed, Alav Hesen û Ala Hisên, Beher Ebas û Îbrahîm El Hesam madalyaya bronz bi dest xistin.

Lîstikvanên Dibistana Nimûr a Taekwondo wê sibe li bajarê Hesekê bi şahiyekê werin pêşwazîkirin.

(bb)

ANHA