Koçberên Efrînê: ENKS’ê li Efrînê hevkarî kir, PDK li Başûr dike

Şêniyên ji Efrînê yên ku ji ber dagirkeriyê koçber bûne, bal kişandin ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, pêvajoya dagirkirina bajarê wan tîne bîra wan û gotin ku wê demê jî ENKS’ê heman nêzîkahî nîşan dabû.

Koçberên Efrînê: ENKS’ê li Efrînê hevkarî kir, PDK li Başûr dike
5 tebax 2024   09:18
ŞEHBA

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê, nêrînên xwe anîn ziman. 

Nebîhe Bekir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di dîrokê de beşek ji Kurdan her tim kirine hevkarên xwe û got: "Îro jî PDK û malbata Barzanî di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de dibin hevkar. Xiyaneta PDK'ê wek xiyaneta ENKS'ê ya rewakirina dagirkirina Efrînê ye û bandorê li tevahiya gelên Kurdistanî dike.”

Şêrîn Ehmed destnîşan kir ku dagirkirina Başûrê Kurdistanê û sûcên dewleta Tirk ên li Efrîn û deverên din ên dagirkirî, heman kiryar in û bi armanca qirkirina Kurdan e. Lewma divê li dijî wê têkoşîn bê mezinkirin.

Nîdal Îbrahîm jî anî ziman ku helwesta PDK'ê xiyaneta nûjen e û got: “Ev ji bo destkeftiyên gelên Kurdistanê metirsiyek mezin e.” 

(mh)

ANHA