MÎT’ê keya erkdar kirin da ku sîxurtiyê li herêmên Rêveberiya Xweser bikin

MÎT’a dewleta Tirk li bajarê Girê Spî yê dagirkirî keya erkdar kirine da ku sîxurtiyê li herêmên Rêveberiya Xweser bikin.

MÎT’ê keya erkdar kirin da ku sîxurtiyê li herêmên Rêveberiya Xweser bikin
5 tebax 2024   16:33
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) keyayên girêdayî "Meclisa Xwecih a Til Ebyedê" erkdar kirine da ku sîxuriyê bikin û agahiyan ji herêmên Rêveberiya Xweser kom bikin.

Li gorî çavkaniyan, komkirina agahiyan bi zext û zordariya li kesên ku li wan herêman mane, tê kirin û jê tê xwestin ku bi xizmên xwe yên li herêmên Rêveberiya Xweser re têkiliyê deynin û agahiyan jê wergirin.

(bb)

ANHA