Hêzên DYA’yê ji Nîjerê vedikişin
Wezareta Parastinê ya DYA’yê û Wezareta Parastinê ya Komara Nîjerê ragihandin ku hêzên DYA’yê ji ji baregeha asmanî ya 201 a li bajarê Agadezê yî Nîjerê vekişyan.
Di daxuyaniya hevbeş a Wezarata Parastinê ya DYA’yê û Wezareta Parastinê ya Komara Nîjerê de hate gotin ku leşkerên DYA’yê ji baregaha asîmanî ya 201 a li bajarê Agadezê ya bakurê welat vekişiyan.
Destpêka Tîrmeha îsal hêzên DYA’yê ji baregeaha li paytexta Nîjerê Niyamî vekişiyabû, tenê 200 leşker li baregeha balafirên bê mirov a li bajarê Agadezê mabûn.
Rayedarên herî dereng heta 15ê Îlona bê, vekişîna hêzên Amerîkayê ji vî welatê Afrîqayê temam bikin.
Rayedarên Nîjere û DYA’yê li hev kirin ku heta 15’ê Îlona îsal vekişîna hêzên DYA’yê ji Nîjere bi dawî bikin.
(bb)