Li Helebê çalakiya "Çanda me nasnameya me ye"
Bi dirûşma "Çanda me nasnameya me ye" çalakiyeke çandî û hunerî li Helebê hat lidarxistin.
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çanda Kurd, çalakiyeke hunerî û çandî li hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê meclisên jin û ciwanan ên Partiya Sûriyeya Pêşerojê ve bi dirûşma "Çanda me nasnameya me ye" bi amadebûna bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşeerojê Hena Kerdûş diyar kir ku parastina çand û nirxên dîrokî yên herêmê yek ji armancên Partiya Sûriyeya Pêşerojê ye û got, dê lidarxitina çalakiyan çandî û hunerî bidomînin.
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîm El Milhim jî bal kişand ser rola jin û ciwanan di parastina çandan ji şerê taybet û hewldanên qirkirinê de.
Rîm anî ziman ku wekî ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê dê çalakiyên çandî û hunerî bidomînin.
Piştî axaftinan stran û helbest hatin xwendin. Koma Stêrkên Efrînê jî goveneke foklorî gerand.
Di dawiya çalakiyê de diyarî li beşdaran hatin belavkirin.
(bb)
ANHA