Rojnameyên erebî: Iraq dagirkeriya Tirk rewa dike

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de diyar kir ku Iraq bi peymana ewlehiyê ku bi Enqereyê re îmze kiriye, pêşî li ber rewabûna dagirkeriya Tirk a li ser xaka Iraqê vedike.

Rojnameyên erebî: Iraq dagirkeriya Tirk rewa dike
16 tebax 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û dewleta Tirk de û vebijêrkên Îranê yên piştî kuştina rêveberê Hemasê Îsmaîl Heniye. 

Rojnameya El Ereb têkildarî peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin nûçeyek bi sernavê "Peymana ewlehiyê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê rewa dike" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku peymana ku hikumeta Mihemed Şiya Sûdanî bi Enqereyê re îmze kiriye, rê li ber rewakirina hebûna leşkerî ya li xaka Iraqê vedike.

Li gorî rojnameyê, çavdêr dibêjin ku hikumeta Sûdanê bêyî fikirandin nêzî mijara ewlehiyê dibe, lê bi rêya têkiliyên xwe yên bi Enqereyê re li qezencan tenê digere, lê heta niha tiştek bi dest nexistiye.

Di dewama nûçeyê de hate gotin, dibe ku hikumeta Iraqê bi demê re xwe di tengasiyekê de bibîne. Rojnameyê sedema vê yekê jî spartin van xalan; "Hedefkirina blokên iraqî yên ji etnîkên cuda, wekî Kurd û êzidî, hin kesên di bin sîwana Heşdî Şabî de.”

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku kesayetên siyasî yên iraqî dibêjin Bexda bi vê peymanê xelatek daye Tirkiyeyê. Her wiha diyar kirin ku Tirkiye ya ku bi hinceta şerê li dijî PKK’ê dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê fireh kiriye, ne layîqî vê xelatê ye.

‘PIŞTÎ KUŞTINA HENIYE VEBIJÊRKÊN ÎRANÊ; BERSIVDANA LEŞKERÎ YAN QEZENCÊN DÎPLOMATÎK’

Rojnameya Ukaz der barê aloziya Îsraîl û Îranê de, îşaret bi çend senaryoyên alternatîf ên ji bo Îranê kir.

Li gorî rojnameyê senaryoyên li pêşiya Îranê ev in: “Bersiveke sînordar û nerasterast, an taloqkirina bersivdayînê da ku di dan û standinên siberojê de wek karteke zextê bi kar bîne, an jî bersivdayînê bispêre komên din ên alîgirên xwe."

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe ku Îran bibîne ku destkeftiyên dîplomatîk û aborî yên potansiyel ji nirxa bersiva leşkerî zêdetir e, her wiha dibîne ku dibe bersivnedan xuyanga wê ya navneteweyî xweşik bike.

(bb)