Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hewl dide îmaja xwe baş bike

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa hikumeta Şamê, têkiliya di navbera Îsraîl û Qeterê de û têkiliya di navbera Washington û Tehranê de nivisîn.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hewl dide îmaja xwe baş bike
26 ÇILE, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rojeva Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Civîneke leşkerî bi serokatiya El Esed piştî guhertinên ewlehiyê" weşand. 

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku piştî belavbûna agahiyan ku hikumeta Şamê di saziyên ewlehiyê de guhertin çêkirin, ev civîn li dar ket. Li gorî rojnameyê û hin aliyên din, hikumeta Şamê bi van gavan hewl dide îmaja xwe li pêşiya cîhanê baştir bike.

‘ALOZIYA DERENGXISTÎ YA DI NAVBERA QETER Û ÎSRAÎLÊ DE DEST PÊ KIR’

Rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de cih da daxuyaniyên rayedarên Îsraîlê yên têkildarî piştgiriya Dohayê ji tevgera Hemasê re û berpirsyariya wê ji êrişa 7`ê Cotmehê ku “aloziya derengxistî” ya di navbera Qeter û Îsraîlê de da destpêkirin.

Rojnameyê diyar kir ku ev alozî, dê derfetê bide serokwezîrê Îsraîlê Bejnamîn Netanyahu ku îsraîliyan li hember "dijminê qeterî" bike yek û fişarên hundirîn ên ji ber aloziya dîlgirtiyan zêde dibin, sivik bike.

‘RAYEDAREKÎ AMERÎKÎ: WASHINGTONÊ BERIYA ÊRIŞA DAIŞ`Ê ÎRAN HIŞYAR KIR’

Li gorî rojnameya The Independent Arabia rayedarekî amerîkî got: “Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) beriya êrişa xwîndar a di Çileyê de ku DAIŞ`ê girta ser xwe, bi awayekî veşartî Îran hişyar kir ku gefeke terorîst li hundirê sînorên wê heye.

Rojnameyê da zanîn ku di teqînên 3`yê Çileyê yên li cem peykerê Qasim Suleymanî yê li bajarê Kirman ê başûrê rojhilatê Îranê de, derdora 100 kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan jî birîndar bûbûn.

(şx)