Rojnameyên erebî: Helwesta Moskov û Tehranê têkildarî dosyayên herêmê yek e

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa helwestên Moskov û Tehranê yên der barê gelek dosyayên herêmê de, rojeva Yemenê û ya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Helwesta Moskov û Tehranê têkildarî dosyayên herêmê yek e
8 kanûn, 2023   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê “Pûtîn û Reîsî di têkiliyên dualî û dosyayên herêmê de saetê saz dikin” nûçeyek nivîsî.

Rojnameyê di nûçeya xwe de da zanîn ku di dan û standinên serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de hate diyarkirin ku helwestên wan di piraniya dosyayên herêmê de yek e.

Li gorî rojnameyê her du aliyan di gelek dosyayan de; rêveçûna pêçdeçûnên dualî û berfirehkirina hevkariyan, biryardariya xwe nîşan da. Ew jî di mijarên hevkariya hewldanên li hember cezayên Rojava yên li dijî her du dewletan, dan û standinên têkildarî dosyayên herêmê û bi taybet rewşa Xezayê derket holê.

‘MECLISA NÛNERAN Û YA DEWLETÊ LI SER BIKÊRNEHATINA ÎNSIYATÎFA BATÎLÎ LI HEV KIR’

Rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de ragihand ku aliyên siyasî yên li Lîbyayê, bi taybet Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê li ser serketina însiyatîfa diyalogê ku nûnerê taybet ê Lîbyayê Ebdullah Batîlî pêşkêş kiriye, bi guman. Li gorî pêşniyara Batilî, nûnerên her du aliyan di saziyên fermî de dê bi hev re bin.

Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê diyar kir ku tu sûd ji vê însiyatîfê tune ye, ji ber ku taybetmendiyên rewşa Lîbyayê ya girêk û mezinahiya parçebûna koman, nade ber çavan.

‘PARTIYÊN YEMENÊ LI DERVEYÎ DÎMENA SIYASÎ NE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd destnîşan kir ku partiyên Yemenê li ser nebûna wan di lihevkirina Erebistana Siûdî û Hûsiyan de, gilîdar in û got ew li ser naverok, hûrgilî û lêvegerên xwe spartinê, tiştekî nizanin û nîqaşên li ser lihevkirinê dûrî civaka Yemenê û hêzên wê yên siyasî çêdibin.

(fr)