7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi dronan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê Helebê kir. Di encamê de 7 leşker hatin kuştin.

7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
8 kanûn, 2023   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şamê′ bi dronan êrişî kargeheke zeytê ya li Orum El Suxra ya li rojavayê Helebê kir û di encamê de herî kêm 7 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. 

Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê bi obusan derdora gundewarên Helebê û eniyên çeteyan topbaran kirin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

(fr)