Rojnameyên erebî: Gelo El Esed ji bo derxistina wî ji bin baskê Îranê, nîşane dîtine?

Rojnameyên erebî behsa axaftina El Esed a têkildarî hevdîtinên wî bi Amerîkayê re, bombebarana Îsraîlê ya li ser Îranê û kar û barên Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Gelo El Esed ji bo derxistina wî ji bin baskê Îranê, nîşane dîtine?
23 nîsan, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî axaftina Beşar El Esed ku hevdîtinan li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikin, nûçeyek bi sernavê “Gelo El Esed nîşaneyên ji bo derxistina wî ji bin baskê Îranê dîtin?" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku ev axaftin, gumanên vê dawiyê derketine piştrast dikin ku Washington dixwaze El Esed ji sîwana Îranê derxe, ji ber wê dest bi peywendiyan pê re kiriye.

Li gorî rojnameyê, li gel aloziya Îran û Îsraîlê, ji axaftina El Esed li ser van hevdîtinan tê fêmkirin ku ew dixwaze vê peyamê bide ku ji Îranê dûr bikeve û li gorî Amerîka û Îsraîlê bimeşe.

Bi nêrîna rojnameyê, fişarên Îsraîlê li ser Îranê, hedefgirtina navendên fermandarên Pasdarên Îranê û navendên Hizbullahê, firsendek e ji bo ku ji barê Îranê xilas bibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku ne dûr e Rûsya piştgiriya vê helwesta El Esed dike, ji ber ku ji berjewendiya wê ye ku ji hevrikeke mezin a li Sûriyeyê xilas bibe.

‘ÎSRAÎLÊ PLAN DIKIR ÊRIŞEKE MEZINTIR LI DIJÎ ÎRANÊ BIKE LÊ NEKIR’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî bersivdayîna Îsraîlê li hember êrişa Îranê, nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe spartin 3 rayedarên payebilind ên Îsraîlê, aşkera kir ku Îsraîlê plan dikir bersiveke berfirehtir bide Îranê, lê belê ji ber fişarên dîplomatîk ên DYA û hevalbendên din ên biyanî û ji ber ku beşeke mezin a êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê hate têkbirin, Îsraîlê dev ji vê plane berda.

Rojnameyê wiha nivisî: "Her sê rayedarên Îsraîlê yên ku nexwestin navê xwe aşkera bikin, diyar kir ku rêveberên îsraîlî hefteya borî, di nava xwe de hedefgirtina gelek armancên leşkerî li Îranê nîqaş kirine. Hin ji wan armancan jî nêzî Tehranê bûne. Heke ev êriş pêk bihata, Îran dê êrişeke mezintir bikira ku dibe di encamê de li Rojhilata Navîn şerekî mezintir dest pê bikira."

‘SEDEMÊN BISERNEKETINA GERA CEDDAYÊ’

Der barê kar û barên Sûdanê de rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku aliyên aloziyê venegerîn maseya dan û standinan a li Ceddayê ku çaverê bû 18`ê Nîsanê li dar biketa.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin dîplomatekî payebilind ê şandeya Sûdanê ya NY`yê, sedemên astengkirina civînên Ceddayê aşkera kirin ku hikumeta Sûdanê û Meclisa Serdestiyê ya Demkî, naxwazin Îmarat navbeynkar be.

Rojnameyê cih da daxuyaniya heman dîplomatî ku ji mentiqê dûr e Îmarat navbeynkar bimîne, piştî ku Sûdanê gilînameyek ji Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê re pêşkêş kir û tê de Îmarat bi berdewamkirina aloziya li welêt tawanbar dike.

(şx)