‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’

Welatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê şermezar kirin û got çi qas êriş hebin jî dê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.

‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’
‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’
‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’
‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’
‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’
‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’
‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’
‘Em ê li hember êrişan bi ser bikevin’
23 nîsan, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker di 16’ê Nîsanê de bi balafirên şer û helîkopteran êrişeke berfireh li ser qada Metîna ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin.

Ji bo şermezarkirina êrişan, li Heleb, Amûdê û Qamişloyê welatî derketin qadan.

Welatiya bi navê Zelîxa Abdo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê û wiha got: “Îro em derketin qadan û hevgirtina xwe ya bi Hêzên Parastina Gel (HPG) re diyar dikin.”

Zelîxayê diyar kir ku hêzên navneteweyî û bêdengiya li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dike, şermezar kirin û wiha domand: “Zagonên mafên mirovan ên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine derxistin, fermî ne lê mixabin ev zagon ji rastiyê dûr in.”

Salah Sîno ku beşdarî çalakiya şermezarkirinê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bûbû jî wiha got: “AKP`ê ji êrişên li ser çiyayên Metînayê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, Berxwedana Serdemê armanc dike ku gelê Kurd tune bike.”

Ebdulabaqî Elî jî ku tev li meşa ji bo piştgiriya HPG`ê ya li navçeya Amûdê bûbû, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: “Roj bi roj êriş zêde dibin. Lê bi rastî ya me diêşîne jî ku ev êriş bi alîkariya hin Kurdan dibin ku di xeta xiyanetê de dimeşin. Divê malbata Barzanî dijminatiya gerîla neke, divê alîkariya dagirkeran neke. Heke bike jî, ev xiyaneteke dîrokî ye.”

Di heman meşê de Medya Saado got: “Êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser gerîla û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ne û armanca wan tunekirina Kurdan e.”

Welatiya bi navê Fîlzûr Çolê jî di wê baweriyê de ye ku êrişên dagirkeriya Tirk dê nekarin îradeya civaka Kurdistanê bişikînin û wiha got: “Destwerdanên dewleta Tirk a dagirker di nava kar û barên navxweyî yên herêmê de û gurkirina şer û pevçûnan, daxwazên wê yên dagirkeriyê nîşan dide. Her wiha zîhniyeta faşîst a desthilatdar û polîtîkaya wê ya qirkirinê ya li dijî gelên herêmê nîşaneya herî baş a rûreşiyê ye, lê bi berdewamkirina berxwedanê dê nekare bigihêje armancên xwe.”

Menîce Heyder jî diyar kir ku wek Însiyatîfa Gel a Qamişloyê li dijî êriş û hevkariyê daketine qadan û li ser navê dayikên gerîla helwesta xwe diyar dikin.

Menîce Heyder di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ê îro, tu carî li hember êriş û hevkariyê bê helwest nemînin. Ji ber ku gerîla hebûna me ye, gerîla rûmeta me ye û nasnameya me ye, em ê her tim şopdarên gerîla û şopdarên fikir û felsefeya Rêber Apo bin. Erişên li ser qada çiya berdewama komployê ne û li hember Rêber Apo tecrîd li ser tecrîdê tê kirin. Lê ev tecrîd û ev komplo negihaştin armanca xwe. Ji ber vî gelî sozek ji Rêber Apo re da û heya dawiyê li ser soza xwe ma.”

Heleb

Amûdê

Qamişlo