Rojnameyên erebî: Êrişa li Banyasê sîxuriya di nava saziyên hikumeta Şamê de nîşan dide

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê, hilbijartinên Îranê û geşedanên Filistînê nirxandin.

Rojnameyên erebî: Êrişa li Banyasê sîxuriya di nava saziyên hikumeta Şamê de nîşan dide
2 adar, 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser êrişa Îsraîlê ya li bajarê Banyasê yê parêzgeha Tertûsê ya Sûriyeyê ya li dijî avahiyekê ku di encamê de şêwirmendekî leşkerî yê Îranê û hin parêzvanên wî hatibûn kuştin.

Rojnameyê li ser vê mijarê nûçeyek bi sernavê “Êrişa li Banyasê nakokiyên li ser ketina Îsraîlê nava saziyên ewlehiyê yên Şamê zêde dike" weşand. Rojnameyê cih da nixandinên pisporan ên li ser vê mijarê. Hate gotin: "Êrişa Îsraîlê piştrast dike ku li gel Îsraîlê nexşeya tevgeran û cihên fermandarên Pasdarên Îranê û milîsên girêdayî wê heye. Ne ji sîxuran bûya encamên ev êriş pêk nedihatin. Li gorî pisporan, ev sîxur tenê dikarin ji payeyên herî bilind ên ewlekariyê yan jî leşkerî bin.”

‘DI HILBIJARTINÊN LI ÎRANÊ DE RÊJEYA TEVLÊBÛNÊ TÊ VEŞARTIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da hilbijartinên parlamantoyê yên Îranê. Di rojnameyê de hate destnîşankirin ku encamên hilbijartinan bandorê li siyasetên derve û nakokiyên bi rojavayiyan re yên têkildarî bernameya nukleerî nake.

Di nûçeyê de hate gotin: "Gelek kes van hilbijartinan wek ezmûneke diyarker a saziya olî ya Îranê dinirxînin, nemaze piştî xwepêşandanên beriya sal û nîvekê ku welat hejand anku xwepêşandanên ji ber wefata ciwana bi navê Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsên Exlaq ve hatibû girtin.”

‘LI MOSKOVÊ LIHEVKIRINEKE NEDIYARKER DI NAVBERA FETIH Û HEMASÊ DE’

Rojnameya Independenet Arabia cih da mijara Filistînê. Hate destnîşankirin ku di civîna roja pêncşemê ya li Moskovê de komên filistînî der barê pêkanîna yekitiya nîştimanî û bidawîkirina parçebûna di navbera tevgerên Fetih û Hemasê de negihaştin lihevkirinê. Hat bibîrxistin ku ev civîn a 4’an e ku li Moskovê bi hewldana yekkirina helwesta filistîniyan tê lidarxistin. Her wiha hate diyarkirin ku hevdîtina dawîn di 2019’an de pêk hatibû.

(bb)