Rojnameyên erebî: Hêzên Tirkiyeyê 2 sal din li Lîbyayê dimîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine di mijarên xwe de behsa dema dirêjkirina hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê, rewşa Filistîn û Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Hêzên Tirkiyeyê 2 sal din li Lîbyayê dimîne
1 kanûn, 2023   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Parlamentiya Tirkiyeyê li ser mayîna artêşa xwe li Lîbyayê heta 24 mehên din erê kir nûçeyek nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku erêkirina li ser muzakereya hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Lîbyayê ew e ku parçebûnên di hundirê Lîbyayê de zêde bike. Li kêlek wê jî Meclisa Nûneran a Lîbyayê ya bi serokatiya şêwirmend Eqîle El Salih îtîrafkirina muzakereya Tirkiyeyê û hebûna Tirkiyeyê li welat red kir.

HÛSÎ AMADEKARIYÊN JINÛVE DESTPÊKIRINA OPERASYONÊN LEŞKERÎ LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ PÊK ANÎN

Rojnameya El Qudis El Erebî der barê mijarê de anî ziman ku Koma Ensarullah El Hûsî li Yemenê şeva berê diyar kir ku ew amadekariyên xwe yên jinûve destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî Îsraîlê nû dikin, ger Îsraîlê êrişên xwe ji nû ve li dijî Xezayê pêk anîn.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre berdevkê leşkerî yê Hûsiyan serbaz Yehya Serî destnîşan kir ku hêzên çekdar ên girêdayî komê dê der barê pêkanîna operasyonên xwe yên leşkerî li dijî Îsraîlê çi bejahî çi deryayî be dudilî nebin.

Li gorî Serî hêzên çekdar nahêin keştiyên Îsraîlê di Deryaya Sor re derbas bin û tedbîrên tund ji bo pêkanîna vê biryarê jî bigirin û dê operasyonên wan ên leşkerî, dema Îsraîlê êrişên xwe li dijî gelê Filistînê yê li Xezayê rawestand, bisekinin.

′JI LÛTKEYA ′IGAD A DER BARÊ SÛDANÊ DE ÇI BENDEWARÎ HENE?

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya Şerq El Ewset diyar kir ku çaverê ye li paytexta Cîbotî lûtkeya serokatiyê ya awarte ji serokên dewletên Koma Desteya Hikumî ya Geşepêdan (IGAD) re ji bo nîqaşkirina şerê li Sûdanê bê lidarxistin. Ew lûtke, piştî hevdîtinên cuda ku serokê Meclisa Serweriyê Ebdulfetah El Burhan bi serokê Kenya William Ruto û serokê Cîbotî Omer Îsmaîl Xîle re çêkir, li ser hate lihevkirin.

Li gorî Şerq El Ewsat, şîrovekar û siyasetmedar hêvî dikin ku lûtkeya Cîbotî piştgiriyê bide rêveçûna dan û standinên ′Menbera Cede′ ya ji hêla Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve tê birêvebirin, da ku agirbestek pêk were. Bi wê re dê alîkariyên mirovî derbas bin û pêşî li gava din a xebata siyasî vedike, dûre hikumeteke sivîl tê avakirin û amadekariyên hilbijartinên serbest di dawiya hikumeta demkî de werin lidarxistin.

(fr)