Rojnameyên erebî: Destwerdan rê li ber çareserkirina krîza Sûriyeyê digire

Rojnameyên erebî nivîsî ku nakokiyên li ser erdê, destwerdanên derve û rawestandina dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de, bêaramiya li Sûriyeyê kûr dike û derfetên ji bo çareseriya di siberojeke nêzîk de bi paş dixe.

Rojnameyên erebî: Destwerdan rê li ber çareserkirina krîza Sûriyeyê digire
17 kanûn, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, têkildarî pêşketinên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, êrişa li sr baregeha piştgiriyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Sûdanê û rewşa Lubnanê nivîsîn.

‘KARTÊN DIN DI DESTÊ QSD'Ê DE HENE… TIRKIYE JI TEVGERA KURDAN A DI NAVA SÎNORÊN XWE DE DITIRSE’

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Lubnanê El Exbar nivîsî ku derengxistina pêkanîna peymana 10'ê Adarê û berdewamkirina aloziyê, pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê dereng dixe.

Rojnameyê her wiha bûyera kuştina leşkerên amerîkî li Tedmurê bi bîr xist û ew wek piştrastkirina hişyariyên QSD'ê yên li ser ketina endamên DAIŞ`ê nav hêzên hikumeta demkî  de nirixand ku zehmet e ew bibe hevkar di şerê li dijî terorîzmê de.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser tirsa Kurdan a ji helwestên dûrxistinê û tundrawiya siyasî, bi taybet astengkirina lihevhatinên li ser hin mijaran, wekî yekkirina rêbazên perwerdeyê, ji ber nerazîbûnên Heyet Tehrîr El Şam û Tirkiyeyê.

Der barê helwesta Amerîkayê de, rojnameyê destnîşan kir ku zexta medyayê ya ku ji hêla nûnerê amerîkî ve tê kirin helwesta giştî ya Washingtonê nîşan nade. Çavkaniyên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de diyar dikin ku hin endamên Koalîsyona Navneteweyî hîn jî wan wek hevkarê herî girîng di şerê li dijî DAIŞ`ê de dibînin û li ser erdê piştgiriya wan dikin.

ÊRIŞA LI SER NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser êrişa li ser baregeha piştgiriya lojîstîk a hêzên Neteweyên Yekbûyî ya li Kadugli, li wilayeta Kordofana Başûr ku di encamê de 7 leşkerên Bangladeşî mirin û 12 kesên din birîndar bûn.

Rojnameyê diyar kir ku êriş rasterast li ser Neteweyên Yekbûyî û rola wê di parastina aştî û ewlehiya navneteweyî de pêk hat û wek sûcekî şer tê hesibandin ku lêpirsîneke navneteweyî û hesabpirsîna ji berpirsyaran hewce dike.

‘DI NAVBERA ‘NÊRÎNA PARÎSÊ Û XWESTEKA WASHINGTONÊ’ DE YEK RÊ HEYE; LUBNAN DÊ HERE NORMALÎZEKIRINÊ’

Rojnameya El Liwaa bal kişand ser rewşa Lubnanê û diyar kir ku li Lubnanê lêvebûneke siyasî û ewlehiyê li ser pêşniyarên navneteweyî xuya dike, piştî serdanên zêde yên nûnerên rojavayî û Ereb, bi taybetî yên Fransayê.

Rojnameyê diyar kir hêzên navneteweyî li ser 2 mijarên Lubnanê dixebitin; dosyaya ewlekariyê li başûr û dan û standinên nerasterast bi bi Îsraîlê re. Ev yek hewcedariya Lubnanê ji bo piştgiriya derve nîşan dide.

(k)