Rojnameyên erebî: Çavnebariyên dewleta Tirk li Yemenê didomin                               

Çavnebariyên dewleta Tirk ên li Yemenê, tevgerên herêmî û navneteweyî yên der barê Xezayê de, her wiha geşedanên siyasî yên li Filistînê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Çavnebariyên dewleta Tirk li Yemenê didomin                               
26 sibat, 2024   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da çavnebariyên dewleta Tirk ên li Yemenê. Rojnameyê li ser vê mijarê nûçeyek bi sernavê " Tirkiye ji bo ku li Yemenê jêdereke din a petrolê bi dest bixe, ji Şebwayê berê xwe dide Hedremotê" weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Tirkiye girîngiyê dide herêmên stratejîk ên Yemenê yên ku bi petrolê dewlemend in. Di nûçeyekê de ev nêzîkatî wekî "Beşek ji gelek hewldanên xwegihandina li jêderên petrolê yên welatên Ereban ên ne aram ên ku şerên navxweyî lê rû didin" hat nirxandin.

Rojnameyê bal kişand ser serdana Balyozê Tirkiyê yê li Yemenê Mistefa Bulant a ji bo parêzgeha Hedramotê û hate diyarkirin ku ev serdan nîşan dide ku welatê wî dixwaze cihekî xwe li parêzgeha stratejîk a bi petrol û gazê dewlemend çêke.

’ JI BO RAKIRINA ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA AGIRBESTA LI XEZEYÊ TEVGEREKE NAVNETEWEYÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser tevgerên navneteweyî yên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya agirbesta li Xezayê. Di nûçeyê de hate gotin " Bi armanca rakirina astengiyên li pêşiya agirbesta navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê de, Navbeynkaran li Qahîre û Dewhayê dest bi lidarxistina rêzecivînan kirin. Duh li Dewhayê civîn bi beşdarbûna nûnerên Misir, Qeter, DYA, Îsraîl û Hemasê ji nû ve dest pê kirin."

’LI HUNDIRÊN FILISTÎNÊ TEVGERA SIYASÎ’

Rojnameya Idenpendent Arabia der barê geşedanên li Filistînê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate gotin, çav li rê ye ku serokwezîrê Filistînê Mihemed Aştiyê di civîna heftane ya parlamantoyê îro (Duşemê) de îstîfaya hikumeta xwe ragihîne.

Li gorî nûçeyê, li Filistînê beriya civînên komên filistînî û pêkhateyên siyasî yên cûda ku dê dawiya vê mehê (Sibatê) li Moskova pêk werin, tevgereke siyasî heye.  Di nûçeya ku agahî ji çavkaniyekî hatine wergirtin de hate diyarkirin ku "Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ji bo avakirina hikumeta nû bi namzetê xwe Mihemed Mistefa ve girêdayî ye, lê mijarê ji koman re dihêle ji bo ku li ser namzetê wî li hev bikin."

(bb)