Rojnameyên erebî behsa sîstema herî guncaw ji bo Sûriyeyê kirin

Rojnameyên erebî diyar kirin ku divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser pejirandina sîstemeke federal bifikire, ku dê mafên herêmên cuda biparêze.

Rojnameyên erebî behsa sîstema herî guncaw ji bo Sûriyeyê kirin
14 kanûn, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de bal kişandin ser mekanîzmaya sîstema hikûmetê ya herî guncaw ji bo Sûryeyê

KRÎZA REJÎMÊ Û HESABÊN ŞAŞ

Rojnameya El Xelîcê nivîsî ku "hilweşandina rejîma Sûriyeyê ne bê sedem û bê pêşek bû. Gelek sedem di hundirê rejîmê de çêdibûn û kom dibûn bêyî ku Beşar Esed bala xwe bide wan yan ti hesaban jê re bike, yan ji ber nezanî, yan jî ji ber baweriya zêde ku her tişt di bin kontrola wî de ye, yan jî nizanî çawa çareser bike, ku ew gihaşt asta " neçar bû ku welat berde. "

Rojnameyê her wiha diyar kir, "Niha ya girîng Sûriyeya weke netewe û gele an ku yekparebûna xakê, yekitiya neteweyî, aştiya civakî, aramiya siyasî û nehiştina metirsiyên parçebûnê û avakirina dewleteke sivîl û desthilatdariyeke demokratîk a berfireh. "

 REWŞA SÛRIYEYÊ PIŞTÎ ESAD YA HERÎ DIJWAR E

 Rojnameya El Şerq El Ewset jî diyar kir ku cîhana erebî li bendê ye ku dê dîmena siyasî ya Sûriyeyê çawa pêş bikeve, belkî gelek kes ji leza vguherînê matmayî mane.

Rojnameyê wiha nivîsî: "Piştî Esed, dibe ku zêdetirî  senaryoyekê were pêşkêşkirin. Senaryoya yekem ya Iraqê ye; piştî rizgarkirina wê ji destê zaliman, ku bi salan nekarî dewleteke nûjen ava bike, ji ber nebûna projeyek Erebî ya ji bo rabûna wê. Senaryoya din senaryoya Lîbyayê ye, ku bûye welatekî parçebûyî.

Ji ber vê yekê, ya baştir ku desthilatdariya nû li ser dewletek federal bifikire, ku ne tiştekî xerab e yan nû ye, ew sîstem li gelek welatên Ewropa heye û  ew welat serkeftî ne û aram in."

(k)