‘Em bi komkujiyan tune nabin’

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û ciwanê ji kantona Firatê komkujiyên li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kir ku “ew tu carî bi komkujiyan tune nabin”.

‘Em bi komkujiyan tune nabin’
14 kanûn, 2024   09:22
KOBANE
SARIYA ŞÊXO 

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û ciwanên ji kantona Firatê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji ajansa me re axivîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Nejmê Kenco diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelê Kurd e û got: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî gele Kurd komkujiyan pêk tîne. Armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirin û qirkirina gelê Kurd e, ji ber vê jî qetlîaman dike, bi hovanê êrişî me dike. Lê bila bizanin em tu carî tune nabin.”

Nejmê anî ziman ku dewleta Tirk kal, pîr, jin û zarokan qetil dike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk her tim qirkirina gelê Kurd dixwaze, lê bila ew baş bizane, em hêz û îradeya xwe ji şervanên xwe digirin, em tu carî bi komkujiyan tune nabin."

Ciwanê bi navê Şefîq Mele Xelîl jî diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku bi şervanê YPG, YPJ, QSD`ê nikare, sivîlan qetil dike û got: "Dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze fikra neteweya demokratîk û pergala niha li herêma me hatiye avakirin, ji holê rake.”

Şefîq Mele Xelîl got ew ê hêza xwe xurttir bikin û berxwedana xwe bidomînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Newroz Ehmed jî qirêjiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk ne dibêje kal e, pîr e, jin e, zarok e; wan qetil dike, heta ku ambulansan hedef dike. Armanc ji vê yekê, ji ber ku bi şervanên me û hêza me nikarin, sivîlan qetil dike û ambulansan hedef digire. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji hêza me ditirsin.”

ANHA