Rojnameyên erebî behsa metirsiyên sûriyeyiyan ên dûrxistina ji rêveberiya nû kir

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de behsa metirsiya sûriyeyiyan a dûrxistina pêkhateyên din ji rêveberiya nû ya Sûriyeya kir, her wiha rojnameyê bal kişand ser rola sûriyeyiyan di sekna li hember astengiyên nû de ku Sûriye di navbera berjewendiyên dewleta Tirk û Îsraîlê de winda nebe.

Rojnameyên erebî behsa metirsiyên sûriyeyiyan ên dûrxistina ji rêveberiya nû kir
13 kanûn, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rola sûriyeyiyan a li hember astengiyên nû û xetereya ku Sûriye di navbera berjewendiyên hêzên derve de bimîne.

‘LI SÛRIYEYÊ METIRSIYA DEWLET TUNDRAW BIBE Û HEYET TEHRÎR EL ŞAM BI TENÊ LI SER DESTHILATÊ BE’

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku tedbîrên ku Rêveberiya Leşkerî ya Operasyonan a Sûriyeyê ya bi serkêşiya Ehmed El Şerî girtine, ji bo sûriyeyiyan metirsî ne ku mafên pêkhateyên din ên Sûriyeyê neyên dayîn. Ev yek di demekê de pêk tê ku koman bi awayekî bilez desthilata xwe li ser dewleta Sûriyeyê û li ser welat ferz kir. Di çend rojan de polîs belav kirin û hikumeta demkî teslîm bir, civîn bi nûnerên biyanî re hatin lidarxistin. Ev hemû ji bo sûriyeyiyan metirsiyê çêdikin ku hin pêkhate werin dûrxistin.

Dema Ehmed Eş Şerî erka xwe bi dest xist, li pişt wî 2 alan xuya kir; ala kesk, reş û spî ya ku muxalifên Esed di dirêjahiya şerê navxweyî de hildaye û ala spî ya li ser wê “La îlahe îla Ellah Muhemed resûlûllah” bi rengê reş hatine nivîsandin. Ev ala spî pirî caran çekdarên îslamî yên sunnî li Sûriyeyê hildidin. Lê di hevdîtina kanala El Cezîrê de tenê ala nîştimanî ya Sûriyeyê li pişt Ehmed El Şerî hatibû hildan.

Dîplomatekî Şamê diyar kir ku Heyet Tehrîr El Şam koma yekane ye bi şaneyên biyanî re civiya û got ew bi fikar in ku ka tevahî rêveberên opozîsyona siyasî li ku ne?

‘DERKETINA ESED TIŞTEK E, HILWEŞÎNA ŞAMÊ TIŞTEKÎ DIN E’

Rojnameya Şerq El Ewset diyar kir ku astengiya mezin û girîng ew e ku Şam hilneweşe. Dem tu rehmê li kesî nake û tecrubeyên şoreşên Ereban asta xetereyên derbasbûna demokratîk radixe pêş çavan. Qedera sûriyeyiyan ew e ku li hember astengiyên nû bisekinin ku Sûriye di nava berjewendî û timayên Tirkiye û Îsraîlê de winda nebe.

(fr)