Rojnameyên erebî bal kişand ser agirbesta li Yemenê û cezayên li ser Iraqê

Rojnameyên erebî diyar kir ku peymaneke neragihandî hişt ku êrişên hewayî yên DYA û Brîtanyayê yên li ser baregehên Hûsiyan werin rawestandin. Der barê cezayên DYA’yê yên li ser Iraqê de jî hate destnîşankirin ku heya Iraq ji bin bandora Îranê dernekeve dê ceza dewam bikin.

Rojnameyên erebî bal kişand ser agirbesta li Yemenê û cezayên li ser Iraqê
30 gulan, 2025   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser mijara Hûsiyan, cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Iraqê û hilweşîna qanûnên mirovî yên navneteweyî.

‘ŞERÊ BÊDENGKIRINA HÛSIYAN’

Rojnameya El Beyan ku cih da rawestandina êrişên li ser baregehên Hûsiyan, destnîşan kir ku "Di mehên dawîn de rêzeêrişên hewayî û yên bi moşekan li dijî baregehên Hûsiyan hatin kirin. Êriş bi rêya balafirên DYA û yên Brîtanyayê hatin kirin. Lê ev êriş piştî dan û standinên neaşkerakirî ku li Mesqatê bi navbeynkariyê Ûmanê çêbûn, sekinîn.”

Hate diyarkirin ku li gorî peymanekê, Hûsiyan soz da ku keştî û berjewendiyên hêzên rojava yên li Kendava Edenê û Deryaya Sor nekin armanc, li beramberî wê jî dê DYA û Brîtanya êrişên xwe yên hewayî li ser Hûsiyan rawestînin.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku erdnîgariya Yemenê ji aliyê topografiya leşkerî ve di nav yên herî tevlihev û dijwar ên cîhanê de ye, ji ber vê yekê her pevçûnek bejahî li welêt pir tevlihev û dirêj dike. Hate gotin: "Washington û London êdî serwext bûne ku têkbirina Hûsiyan di aliyê leşkerî de hema bêje ne mimkun e. Sedema vê yekê jî ne ji ber desteka herêmî ye, lê ji ber erdnîgariya wê ya çiyayî ya dijwar û belavbûna şikeftan e, ji Senayê re bûne kelehek ku zehmet e were derbaskirin. Ev şer şerê lawazkirinê ye, ne şerê tunekirinê ye.”

‘CEZAYÊN DYA’YÊ HIKUMETA SÛDANÎ TEVLIHEV DIKIN’

Rojnameya El Ereb jî cezayên DYA’yê yên li ser Iraqê nirxandin. Hate gotin: "Du nûnerên amerîkî hikumeta Iraqê wekî ku "di bin bandora Îranê de ye" bi nav kir. Ji ber vê yekê gotine heya ku gav ji bo sînordarkirina vê bandorê neyên avêtin, dê desteka amerîkî ji bo Iraqê were sekinandin. Parlamenterê iraqî Muxtar El Mûsewî  jî ev îdia wek propagandaya medyayê ya bêqîmet bi nav kir û diyar kir ku têkiliyên di navbera Bexda û Washingtonê de bi pêş de diçin.”

‘HILWEŞÎNA YASAYA MIROVÎ YA NAVNETEWEYÎ’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser aliyê mirovî yê krîzan û ev nirxandin kir: "Li gorî cîgirê sekreterê giştî yê NY’ê ji bo kar û barên mirovî Tom Fletcher, Konseya Ewlehiyê ya NY’yê bi armanca nirxandina rewşa mirovî li herêmê civîneke taybet li dar xist. Di civînê de hişyariyên NY’yê yên li ser ’hilweşîna bingehên ku di sedsala borî de ji bo parastina me ji nemirovahiyê hatine avakirin`derketin pêş."

Rojnameyê her wiha diyar kir: "Fletcher di civînê de aşkera kir ku di sala 2024’an de zêdetirî 36 hezar sivîl mirin û 122 milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Bi taybetî li Xeza û Sûdanê hejmarek mezin a xebatkarên mirovî jî hatine kuştin. Her wiha destnîşan kir ku teknolojiyên zekaya çêkerî di şeran de hatiye bikaranîn, bêyî ku qanûnên navneteweyî û mirovî di ber çavan re werin girtin."

Li gorî rojnameyê; “durûtiya pîvanan û muameleya bijartî ya qanûna navneteweyî li ser bingeha berjewendiyên siyasî armancên bingehîn ên konseyê têk dibe”. Hate gotin: "Fletcher bang kir ku divê îradeya siyasî bikeve tevgerê û Konseya Ewlehiyê bi taybetî di rewşên şeran de tedbîrên bibandor bigire."

(bb)